Faris Herbo, peyama Ocalan ya ji bo civaka Êzidî, ji bo gelê Şingalê gelekî bi wate û dîrokî ye.

Hevserokê Meclisa Şengalê, bibîr xist ku di nava civaka Êzidî de gelek komkujî, qirkirin û her wiha berxwedan û lehengî rûdan e, lê belê cihê teslîmiyetê di nava civaka Êzidî nîne.

Faris Herbo bibîr xist ku piştî salên 1996’an û şûn ve nêrînên rêber Abdullah Ocalan li ser civaka Êzidî çêbû.

Lê mixabin kesên ku di wê demê de desthilatdar bûn, rê nedan ku tevgera azadiyê xwe bigihîne Şengalê û gel birêxistin bike.

Hevserokê Meclisa Şengalê ragihand ku ew ê li dijî her cûre êrîşan civaka xwe biparêzin.

Faris Herbo, herî dawî jî girîngiya tifaqa gelê êzidî destnîşan kir;