Li Cenova ya Italyayê 14’ê Tebaxê pira Morandî hatibû xwar û gelek kes miribûn. Rayedarên Italî bi merasîmeke fermî ya dewletê mirî veşartin û piştî vê bi rojekê 3 cesedên din hatin dîtin. Bi vî rengî kesên ku mirin bûne 43 kes.
Tê gotin sê cesedên ku hatin ditin jin û mêrekî ji Tûrînê ne û keça wan a 9 salî ye. Di wesayiteke ku bi tonan beton ketibû ser wan cesed hatin dîtin.
Rayedaran gotin piştî 3 cesedên ku hatin dîtin, kesî winda nemaye.