Li gorî lêkolîneke pisporên Zanîngeha Maryland a li DYE’yê, bi rêya cureyê kwarkeke ku genetîka xwe hatiye guhertin, pêşûyên ku nexweşiya tayê belav dikin dikarin ji holê bên rakirin.

Di lêkolînê de ku li kovara Science hate weşandin, hate ragihandin ku pîrikeke li Awûstralyayê û kwarkek bi navê Metarhizium pingshaense hatin bikaranîn. Pisporan jehra pîrê berdan nava kwarkê û kwark jî danîn nava devereke ku pêşû lê ne.

PIŞTÎ DU NIFŞAN JI HOLÊ RABÛN

Di nava 45 rojan de hezar û 500 pêşû li deverak ku kwarka bi jehr lê bû hatin hiştin û di encamê de hejmara pêşûyan daket 13’an. Hejmara pêşûyên ku di heman demê de li devereke din a xwezayî hatin kontrolkirin, zêde bû.

Pisporên Zanîngeha Marylandê diyar kirin, pêşûyên li devera ku kwarka bi jehr lê bûn piştî du nifşan ji holê rabûn.

ARMANC TINEKIRINA PÊŞÛYAN NÎNE

Yek ji lêkolîneran Dr. Brian Lovett anî ziman, kwarka bi jehr a ku wan bi kar anîne ji bo kêzikên din metirsîdar nîne. Lovett got, armanca wan tinekirina pêşûyan nîne, ew dixwazin nehêlin ku nexweşiya tayê belav bibe.

Li gorî daneyên sala 2017’an li 87 welatan 219 milyon mirov bi nexweşiya tayê ketin. Ji wan mirovan 435 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.