Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 14’ê HEZÎRANÊ 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan bi riya parêzerên xwe, ji berxwerdêrên greva birçîbûn û rojiya mirinê mesajek şand.

&- Navena Ragihandina HPGê daxûyaniyek da û ragihand ku dewleta Tirk, ji bo têkbirina destketiyên gel Kurd êrîşên nû dane dest pê kirin; Dewleta Tirk bi dagirkirina Başûr Kurdistanê dixwaze, çavên gel bitrisîne.

&- Parlamenter û Berdevkê Polîtîka Derve yê Partiya Lîberal Fredrik Malm got: Beriya hilbijartinên Stenbolê Erdogan ji bo karibe dengên neteweperest û şovenan bigire dikare êrîşî Rojava bike.

&- Koçerên Biradostê, ji ajansa RojNews re axivîn û gotin: Ji ber êrîşên Artêşa Dewleta Tirk jiyana me dibin metirsiyek mezin de ye.

&- Li Xakûrkê hêzên Gerîlla darbeyên giran li artêşa tirk dan, 3 leşker hatin kuştin.

&- Parlementer Yusra Recep, bang li Serokwezîrê Iraqê û Serokê Parlementoyê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk derkevin.

&- Çalakgerên ku demeke dirêj li girtîgehan li ber xwe dan, gotin: Encama ku derkete holê, berhema hewldana kollektîf e.

&- Şandeyeke dîplomatik a payebilind ji Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê serdana Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Eyn Îsayê kir.