&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmralî, doh çûne giravê û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkanîn.
&- Ji berxwedêrên rojiya mirinê Zekî Bayhan diyar kir ku tecrîd polîtîqeyek taybet e û pirsgirêka rejîmê ye.
&- Hêzên Gerîlla ji Xakûrkê heta Serhed û Amedê li dijî hêzên dagirker çalakî lidar xistin, di hemû çalakiyan de herî kêm 24 leşker hatin kutşin.
&- Balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker di saetên êvarî de li Amediyê, benzînxaneyeke nêzîkî navenda 18’an ya PDK bombardûman kir.
&- Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan û Hizbî Şûî ya Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
&- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan got: Tirkiye bi rêya herêmên ewle dixwaze projeya Netewa demokratîk li Rojava vala derxe.