Di demekê de ku aloziya bi Îranê re zêde bûye, DYE’yê biryar da ku hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.

Şefê Pentagonê Patrick Shanahan Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan biryar dane derdora hezar leşkerên din bişînin Rojhilata Navîn.

Wekîlê Wezîrê Parastinê Shanahan anî ziman ku ev tedbîr ji bo parastina leşkerên Emerîkî yên li herêmê û parastina berjewendiyên neteweyî yên DYE’yê ye. Shanahan got, “DYE ne di nava wê lêgerînê de ye ku bi Îranê re şer bike.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE’yê Duşemê der barê Îranê de daxuyaniyek dabû. Berdevk bal kişandibû ser daxuyaniyên rayedarên Îranê yên ji bo zêdekirina rezervên ûranyûma dewlemendkirî û bang li welatên dinyayê kiribû ku ‘rê nedin şantaja nukleerê’ ya Îranê.

Berdevk Morgan Ortagus li Washingtonê civîna çapemeniyê pêk anî û got, “Em ji civaka navneteweyî re dibêjin; divê em rê nedin şantaja nukleerê ya rejîma Îranê.”