Em di rojên dawiya werza Bihar û destpêka rojên Havînê de ne. Lê li Qendîlê ji nûve destpêka demsala Biharê ye. Çiya, befir, kanî, gul û dengê bilbilan rengîniyek pir ciwan dide xwezaya herêmê.
Tenê du roj mane wê bibe destpêka meha Havînê, di niha de li hinek deverên Başûrê Kurdistanê germahiya Havînê xwe bi awayek tam daye derê. Lê li çiyayên Qendîlê gul ji nûve ji binê keviyen berfê hildidin û avek sar ya berfê bi ser de di herikin.
Evder gora Malîxe, koçer bi derketina rojê re sewalên xwe ji bo çêrandinê berê wan didin çiyayan. Êvaran jî pezê xwe di doşin, şîrê xwe jî tînin li binê konde. Dema digihin binê kon ji bo westana wan ya wê rojê here, çaydana xwe ya çayê li ser agirê pelan didaynin û çayek divexwin. Zarokan jî hîna sermaya zivistanê ji ser xwe ne avêtine û li ber agir xwe germ dikin.
Li vê derê jiyan sadeye, ji teknolojiyê dûre û hertişt bi awayê xwezayî tê jiyan kirin.
(şk)