Mafê hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hincetên cuda ev 8 sal in ku tê astengkirin. Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin li cihekî din tine ye û got, azadiya Abdullah Ocalan êdî ferz e.
Newroz Uysal wekî din got, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) mafên ragihandinê ê 3 girtiyên din ên li Îmraliyê bi sê mehan hatiye sînordarkirin û wiha dewam kir: “Der barê parêzeran de qedexeyeke vekirî nebe jî em hîna wek parêzerên Ocalan nikarin pê re hevdîtinê bikin. Em her hefte wek malbat û parêzer miracaet dikin. Ji îlona 2016’an heta niha me bi ti awayî ji girtîgeha Îmraliyê agahî wernegirtine. Hemû têkilî û hevdîtin hatin qûtkirin. Bêdengî heye.”
Uysal da zanîn ku ew ê hewldan û miracaetên xwe dewam bikin ji bo hevdîtinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo em vê çareser bikin em hemû miracaetn xwe dewam bikin. Lê êdî ev diyar e ku azadiya Birêz Abdullah Ocalan ferz e.”