Îranê der barê firokeya bê mirov a Emerîkî ku çend roj berê hate xistin, îdîa kir ku ev yek ‘provokasyoneke’ DYE’yê ye.
Îranê ragihandibû ku firokeyeke bê mirov a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li eyaleta Hurmuzganê hatiye xistin. Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) piştî vê îdîayê daxuyaniyek da û diyar kir, firokeya bê mirov bi fuzeyekê hatiye xistin.
Li gorî Pentagonê, berevajî îdîaya Îranê balafira çavdêriyê ya bi tîpa MQ-4C Triton li ser Geliyê Hurmuzê li qada hewayî ya navneteweyî hatiye xistin.
Îranê piştî bûyerê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re nivîsî û diyar kir ku firîna firokeya bê mirov li ser xaka Îranê ‘provokasyon’ e. Di nameyê de hate îdîakirin, firandina droneyê li qada hewayî ya Îranê ‘li dijî yekparebûna xaka Îranê provokasyoneke metirsîdar e’. Îranê ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku li dijî DYE’yê bikeve nava liv û tevgerê.