Bernameya Xurekê ya Dinyayê (WFP) ragihand, beşek ji alîkariya xurekê ya ku ji bo Yemenê dihate şandin hatiye rawestandin.
Li gorî daxuyaniya WFP’ê, beşek ji alîkariya xurekê ya ji bo bi sed hezaran mirovên li Yemenê dihate kirin hatiye rawstandin.
Herêmên ku WFP’ê alîkarî li ser birî ye bi giranî herêmên di kontrola milîsên Hûsî yên Şîa de ne. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin, hevdîtinên ji bo alîkarî bigihêje xwediyên xwe bi rayedarên Hûsî re hatine kirin bê encam mane. Di daxuyaniyê de hate gotin, alîkariya ji bo zarokan, jinên ducanî yan jî jinên ku şîr didin pitikan wê bidome.
Tê gotin, betalkirina alîkariya xurekê wê bandorê herî kêm li 850 hezar mirovî bike. WFP îdîa dike ku di gihandina alîkariyê ji bo mirovên pêwîstiya wan pê heye de pirsgirêk derketine.
Di hevdîtinên hefteyên derbasbûyî de nîqaş dihate kirin ku ji bo alîkariya xurekê sîstema qeydê ya biometrîk bê avakirin. Li gorî WFP’ê bi Hûsiyan re di vê mijarê de li hev nehatiye kirin.
Li Yemenê ku nifûsa xwe 28 milyon mirov e 10 milyon mirov pêwîstiya xwe bi alîkariya xurekê heye. Li gorî WFP’ê hin derdor alîkariya xurekê werdigirin û nahêlin ku bigihêje xizanên li Yemenê.