Li gorî daxuyaniyên rayedarên qada tendirustiyê ji ber vîrusa Ebolayê herî kêm 1500 kes mirine.

Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiyê heta niha 2239 nexweş tespît kirine û 2145 jê hatine piştrastkirin. Li gorî wezaretê 1506 kes mirine û 621 kes jî pak bûne. Li hemberî vîrusa Ebolayê aşî li 140 hezar û 915 kesan hatiye xistin.

Sala borî di 1’ê Tebaxê de li Komara Kongoyê ya Demokratîk vîrusa Ebolayê hatibû destpêkirin û ji sala 1976’an û vir ve cara dehan e ku ev vîrus derdikeve holê. Di sala 2014’an de li Lîberya, Gîne û Sîerra Leoneyê ji ber vîrusa Ebolayê 11 hezar kes miribûn.

Ji ber şerê li Komara Kongoyê ya Demokratîk, têkoşîna li dijî vîrusa Ebolayê dijwar dibe. Di demên dawîn de êrîşî gelek navendên tendirustiyê hate kirin. Neteweyên Yekbûyî di 23’ê Gulanê de ji bo stendina tevdîrên li hemberî vîrusa Ebolayê ‘koordîntorê mudaxeleya lezgîn’ peywirdar kiribû.