Komîsyona Bilind ya Mafê Mirovan a li Iraqê êrîşa dewleta Tirk ya li ser Şengalê şermezar kir û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir da ku bi daxwaznameyekê daxwaz ji Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbuyî bike, daku binpêkirinên dewletên Herêmê yên li ser xaka Iraqê qedexe bike.
 
Îro serokê Komîsyona Blind ya Mafê Mirovan a li Iraqê Eqîl Casim li ser êrîşa dewleta Tirk ya li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew weke Komîsyona Mafê Mirovan a li Iraqê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakurê Iraqê şermezar dikin û ew hemû operasyonên li ser xaka Iraq û bê hemahengiya bi Hikûmeta Iraqê re red dikin.
 
Di daxuyaniya Komîsyona Bilind ya Mafê Mirovan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi hêceta şerê partiyek çekdar operasyonan li Iraqê dike û di encama van operasyonane de gelek kes dibin qurban.
 
Herî dawî komîsyonê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Wezareta Derve ya Iraqê kir, daku daxwaznameyekê radestî Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbuyî bike û têda daxwaz bê kirin ku binpêkirinên leşkerî yên welatên Herêmê yên li ser Iraqên bên qedexe kirin.