Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo îro biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin, roja Sêşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dabûn.

&- Li dijî dagirkeriya li xaka Başûrê Kurdistanê, Hêza Xweparastinê ya Başûrê Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê bi merasîmeke leşkerî hate ragihandin.

&- Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek hilbijartina Stenbolê nirxand û got: “Gelê Kurd peyama Birêz Ocalan girt û di çarçoveya peyama Birêz Ocalan de çû ser sendoqan.

&- PDK, Tirkiye û Hûkûmeta Iraqê amadekariya operasyoneke hevbeş dikin.

&- Balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker, li Bradost herêma Goşînê, trimbêla sivîlan bombarduman kir, sîvîlek jiyana xwe ji dest da û 3 sîvîl birîndar bû.