Pêşmergeyên Dêrîn ên Silêmanî û Kerkûkê bi armanca piştgiriyê bidin gerîla û çalakiya mertalên zindî, serdana çalakiya mertalên zindî ya li Binarê Qendîlê kirin.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê Komela Ciwanên Welatparêz ev 13 rojin li Binarê Qendîlê dest bi çalakiya mertalên zindî kirine. Rojane ji bo piştgiriyê bidin ji gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê welatî serdana ciwanan dikin.

Di saetên nîvro de komek Pêşmergeyên Dêrîn yên ji Kerkûk, Silêmanî, Qerehencîr, Bazyan, Şarbajêr û Ranya serdana Binarê Qendîlê kirin û piştgiriya xwe bi çalakiya mertalên zindî re ragihandin.

Piştî ku şande gihişt Binarê Qendîlê ji aliyê Endamê Konseya Serokatiya Giştî a KCK’ê Diyar Xerîb ve hatin pêşwazî kirin.

Diyar Xerîb xêrhatina Pêşmergeyên Dêrîn kir, ji bo serdan û piştgiriyê sipasiya şandeyê kir. Herwiha Xerîb got; “Em hêvîdarin gelê Kurdê welatparêz xwedî helwestek cidî be, ji berku hewildanek cidî ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê tê dayîn.”

Piştre pêşmergeyên dêrîn derbazî qada çalakiya mertalên zindî bûn.

Li vê derê li ser navê Pêşmergeyên Dêrîn daxuyaniyek ji aliyê Hawrê Derya ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, divê demê de dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bêdenge. Herwiha daxaz ji hikûmeta herêmê hat kirin ku li dijî êrîşan dengê xwe derxe.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Em Pêşmergeyên Dêrîn wekî çawan bi berdewam me li dijî dagirkerî û bê edaletiyê şerkiriye, îro jî emê li dijî van dagirkeriyan bêdeng nemînin. Em radigihînin ku em li gel xuşk û birayên xwe yên gerîla ne.”

(şk)