Encamên civîna 18’emîn a komîteya dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasiya hevbeş, roja 22.06.2019’an, civîna xwe ya hejdemîn li navenda KNK’ê, li Brukselê pêk anî.
Li gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, her wiha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Her wiha rewşa Rojhilata Navîn, bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê hatin nirxandin.”
REWŞA ROJAVA, BAŞÛR, ROJHILAT Û BAKURÊ KURDISTANÊ
Encamnameya civînê wiha ye:
“Rewşa Rojavayê Kurdistanê, taybetî rewşa êrîş û gefên li ser herêmê û bi giştî krîza Sûrî, peywendiyên di nava partî û rêxistinên Rojava, piştî têkbirina DAIŞ’ê rewşa herêmê, rojeveke sereke ya civînê bû. Ji bo deskevtiyên Rojava bêne parastin, di asta dîplomatîk de berdewamkirina rêze hevdîtînan hate dayîn.
Li ser rewşa Başûr û Êreqê, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê, bi teybetî boyerên li deverên dabirayî diqewimin, xirabkirina demografiya deverên dabirayî, ji bo xwedî derketina gel û deskeftiyan, dagirkeriya Dewleta Tirk ya li Başûr, nîqaşên berfireh pêkhatin. Rewşa Şingalê û deşta Neynewa, bi awayekî taybet hate rojevê û bi hemî awayî ji bo xwedî derketina bawermendên Êzidî û gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî, bû birayara civînê.
Rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî hate nirxandin. Bi taybetî sêdaredana zîndaniyan û êrîşên li ser kolberan, bi giştî zext û kiryarên xirab yên Îranê, krîza di navbera Emerîka û Îranê û bandora wê li herêmê û li Kurdistanê, weke rojeveke sereke hatin destgirtin.
Li ser rewşa Bakur, êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk ya li Rojava û Başûr, teybetî êrîşên li ser herêma Xakûrkê, hilbijartinên bajarê Stenbolê, bi awayekî teybet hate rojevê û bi awayekî berfireh li ser hate rawestandin. Heman demê de serkeftina çalakiyên grevên birçîbûnê û bi vê ve girêdayî şkênandina tecrîda li ser Brêz Ocalan, hevdîtinên bi Brêz Ocalan re tê meşandin û encamên wê yên muhtemel, bi awayeke berfireh hatin nîqaşkirin.
BANG LI HÊZÊN KURDISTANÎ HEMÛYAN HATE KIRIN KU LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK DERKEVIN
Li gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:
Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşiya dagirkeran dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatê de ye. Ev demeke êrîşê başûrê Kurdistanê dike û roj bi roj dagirkeriya xwe ya li Başûr zêdetir dike. Ev dagirkerî ne tenê li Xakûrkê ye, heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûkê û li gelek deverên dine jî. Civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember vê dagirkeriyê derkevin û helweteke neteweyî bigrin.
Civîn, berxwedana Gerilla yên hember êrîşên artêşa Tirk silav dike, çalakiyên mertalên zîndî yên ciwanên Başûr û Pêşmergeyên Dêrîn, kampanyayên ronakbîran û hemî çalakiyên dijê dagirkeriyê destek dike û pîroz dike. Pêwîste ev çalakî zêdetir bibin û bêne xurtkirin.
LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK WÊ KESAYET Û NÛNERÊN PARTÎ Û SAZIYÊN KURDISTANÎ BÊN KOMKIRIN
Ji bo li hember dagirkeriya dewleta Tirk helwesteke neteweyî derkeve holê, civînê biryar da ku bi beşdarbûna kesayet û nûnerên partî û saziyên Kurdistanî, di nava mehekî de li Brukselê, şêwreke neteweyî pêkbîne. Herweha biryar hate standin ji bo ev rewş bikeve rojeva navneteweyî, bi navê Komîta Dîplomasiya Hevbeş rêze hevdîtinên dîplomatîk bêne çêkirin, ji saziyên navneteweyî û dewletên peywendîdar re name bêne şandin.
GIRÎNGIYA DEKLARASYONA OCALAN HATE DESTNÎŞANKIRIN Û BANG LI DEWLETA TIRK HATE KIRIN
Bi serketina çalakiyên greva birçîbûnê, tecrîda li ser Birêz Ocalan hate şkênandin û her çiqas weke tê xwestin nebe jî, piştî çar salan peyamên Birêz Ocalan têne bilavkirin. Civîn, deklarasyona 7 xale ya 2ê Gulanê ya Birêz Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd giring dibîne û bang li dewleta Tirk dike ku carek din bizivire ser maseyê muzakereyê û pirsgirêka Kurdî bi riya aştî û demokrasiyê çareser bike.
ZEXT Û ÊRÎŞÊN DEWLETA ÎRANÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN
Zext û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewamin. Rojane kolber têne qetilkirin, girtiyên siyasî têne îdamkirin, siyaseta bêdengkirin gel û asîmîlasyonê tête xurtkirin. Em zext û êrîşên dewleta Îranê şermezar dikin, tekoşîna gel û hêzên Kurdistanî yên rojhilatê Kurdistanê destek dikin.
Îran di nava qeyranek de derbaz dibe. Ambargo û dorpêça liser Îranê zêdetir dibe. Di vê rewşê de pêwîste hêzên Kurdistanî, rewşa Îranê bi baldarî ji nîzik ve bişopînin û xwedî li gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê derkevîn.
BANGA YEKÎTIYÊ LI HÊZÊN KURDISTANÎ HATE KIRIN
Bi vê munasebetê em, careke din ji hemî partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku nakoyên di nav xwe de bidin alîkî û yekîtiyek xurt dinav xwe de pêk bînin. Herweha em bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî li rojhilatê Kurdistanê derkevin û piştgirî bidin gelê me yê li rojhilat.
Başûrê Kurdistanê di rewşeke hesas de derbaz dibe. Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi elternatîveke demokratîk heye. Pêwîste hukûmeteke wêrek û perlementoyek bi îrade li ser karbin û sîstemek demokratîk bê avakirin.
Li başûrê Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografiya herêmê tê guhertin. Em hişyarî didin hukumeta Bexdayê, ji bo tawanên koçberkirin, Erebkirin û guherîna demografiya bajarê Kerkûkê û deverên maddeya 140, tedbîran bigrin û dev ji polîtîkayên dema Baesiyan berdin. Divê kesên koçberbûyî bizivirin malên xwe û zerer û ziyana wan bêne tezmînkirin.
DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ROJ BI ROJ ZÊDE DIBE
Dagirkeriya dewleta Tirk li Başûr roj bi roj zêdetir dibe. Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, ji bo deskevtên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin. Mixabin di vê adgirkeriyê de hinek hêzên Kurdistanî rê ji dagirkeran re xweş dikin. Em polîtîkaya Hukumeta Herêmê ya derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de di cih de nabînin, ev polîtîka di berjewendiyên gelê me de nîne û em ji hukumeta Herêmê dixwazin ku bi hemî awayî dijê dagirkeriyê derkevi.
BI ŞEWITANDINA ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ ŞERÊ ABORIYÊ LI DIJÎ GELÊ KURD TÊ KIRIN
Li seranserê Rojava, li Şingalê, li derdora Kerkûkê û bi giştî deverên dabirayî yên başûrê Kurdistanê, bi şewatindina dexl û danan şereke aborî dijê gelê me tê meşandin. Tê xwestin ku gelê me bêçare bimîne û cih û warên xwe terk bike. Di pişt vê polîtîkayê de hêzên dagirker hene. Civîn, bang li rêveberiya Rojava û Başûr dike ku di vî warîde tedbîrên xurttir bigrin, xwedî li gel derkevin, gorî imkanan zerer û ziyana mexdûran tezmîn bikin.
Em êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê, gef û tehdîtên wê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel rêveberiya Rojava cihê xwe digrin. Sêrî de berxwedêrên Efrînê û hemî hêzên parastinê silav dikin.
Em hewldanên dewleta Tirk û hevkarên wê, yên ku dixwazin demografiya Efrînê xirabikin û biguherîn, bî tundî şermezar dikin û bang li hêzên peywendîdar dikin da ku di vî warîde xwedî helwestbin. Her wiha xwedîderketina koçberên Efrînê, bi taybetî gelê me yê ku niha qempên Şehba dimînin, karekî me yê sereke ye ku em piştgiriya navneteweyî ji bo wan pêk bînin.
Civîn, yekrêziya di nava mala Kurdî de giring dibîne û hemî karên di vî warî de destek dike. Civîn, di vî warî de hewladanên KNKê yên ku dixwaze hemî partî û rêxistinên Kurdistanî yên Rojava bîne bahev û di asta Rojava de desteyekî yekgirtî (Lêvegerek Kurdî) pêk bîne, destek dike.
TÊKOŞÎN Û HEWLDANÊN LI DIJÎ GEF Û ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK
Gef û êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya sereke ye û ji bo ji navbirina van êrîşan, karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîste piştevaniya rêveberiya Bakurê Sûriyê bê kirin û xebat ji bo nasandina fermî ya rêveberiya Bakurê Suriyeyê bêne xurt kirin.
Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakurê Sûriyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye.
Li ser pirsgêrêka Surî li bajarên Cenevre û Astana, di navbera rejîma Surî û muxalîfan (rikberiyan) de hevdîtîn têne çêkirin. Lê rêveberiya Bakurê Surî û hêzên Kurdî heta niha nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê, wê van encaman nasnekin.
Bi hezaran girtiyên DAIŞî niha di destê Rêberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê de ne. Van kesan tewanên (suc) dijê mirovatiyê kirine û pêwîste ev girtî bêne darizandin. Em biryara Rêberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê, ya ku dixwaze li Rojava dadgeheke navneteweyî ava bike û van girtiyan mahkeme bike, destek dikin. Her wiha em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya Dijê DAIŞê û Neteweyên Yekbûyî û hemî hêzên peywendîdar dikin ku ji bo darizandina girtiyên DAIŞ’î, destek bidin Rêberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê û dadgeheke navneteweyî li Kobanê ava bikin.
Ji bo zulma DAÎŞ ê li ser gelê me yê Êzidî weke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîriya keysa Êzîdiyan dikin. Divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagirkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê hewl bê dan ku Şingal bikeve pratîka avadankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahiyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirabkirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.
Deriyê sînor yê di navbera Şingal û Rojava de, ji bo pêwîstiyên gelê Şingalê giringe. Civîn bang li hukumeta Êraqê dike ku ev dergeh neyê girtin û vekirî bimîne.
Em piştgirî ya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Asurî – Suryanî –Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.
Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, li gor prensîbên demokrasiyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasiyê de xetên sor yên berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin.
Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasiyê bikin.
Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Her wiha li ser rewşa xwerêxistinkirina komîteyê, avakirina komîteyên hevbeş li welatan, agahdarî hatin dayîn û ji bo xurtkirin û firehkirina komîteyê, nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin wergirtin. Piştî van nîqaşan, li ser plansaziya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansaziyek berfireh ji bo dema pêş hate çêkirin.”