Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê bi wêneyên xizmên xwe yên winda ku hembêz dikin û qurnefilan 700 hefteye li qada Galatasarayê çalakiyan pêk tînin, ruh didin qadê û qadê zindî dikin. Malbat û xizmên ku 23 salin 3 qirne qadê terk nakin, diyar kirin ku 23 salên din jî biborin qadê terk nakin û ev têkoşîna rûmet û haysiyetê ye.

Li Tirkiye di salên 1990’an de piştî bi hezaran welatiyên kurd ji aliyê JÎTEM, cerdevan, leşker û polîsan ve di bin çavan de hatin windakirin û kuştin û hêj cenazeyê hezaran nediyar e, Dayikên Şemiyê li Stenbolê rojên Şemiyê dest bi çalakiyên rûniştinê kirin. Dayikên Şemiyê di sala 1995’an de bi armanca bala rayedarên dewletê û medya bikişînin û bêdengiyê rexne bikin li Qada Galatasarayê ya Taksimê dest bi çalakiyên Şemiyê kirin. Xizmên windayan ku ji çalakiyên Dayikên Las Madres de Plaza de Mayo mînak girtin, bi rêk û pêk li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kirin. Dayikên Şemiyê tevî hemû zext û zordariyan 700 hefteye bê navber bi rêk û pêk çalakiyên xwe berdewam dikin û li aqûbeta windayan digerin. Dayikên Şemiyê ku Qada Galatasarayê ji bo xwe kirine mesken li aqûbeta windayan digerin û dixwazin kujer bên darizandin.

Komisyon ewil di sala 1995’an de hat avakirin. Piştî salên 1990’an, li Tirkiye windakirin kirin polîtîkaya dewletê. Bi rêk û pêk ev polîtîka xistin meriyetê. Li ser vê yekê ÎHD’ê ewil di sala 1992 an de bi navê “Bila winda bên ditin” kampanya dan destpêkirin. Dayikên Şemiyê jî ewil di sala 1995’an de dest bi çalakiyan kirin. Di salên 1994 û 1995’an de salên herî zêde mirov hatin windakirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê 500 mirov di bin çavan de hatin windakirin. Herî zêde li herêmên OHAL’ê û li bajarên Edirne, Enqere, Îzmirê û çar aliyên Tirkiye mirov hatin windakirin. Mirovên hatin revandin bi îşkenceyê hatin kuştin. Qirika wan bi têlê hat jêkirin. Ji bo neyên naskirin îşkence li wan hatin kirin. Di sitilên kaloriferan de hatin şewitandin. Avêtin birên asitê û şewitandin. Di çem û geliyan de veşartin. Dayikên bi şopa zarokên xwe ketin jî rastî îşkence û lêdanê hatin. Hatin binçavkirin û girtin. Bi erdê re hatin kaşkirin. Lê dîsa dayikên din jî tev li van çalakiyan bûn û xwestin kesên din neyên windakirin û kuştin. Tevî hemû lêgerîna malbatnan hiqûq bê encam man. Serlêdan bê bersîv man. Di serlêdanên li dozgeriyê de bersîvên ‘Polîsê tirk îşkence nake, kesî winda nake’ da û dosya girtin. Bi sedan mirov dihatin windakirin lê medya bêdeng bû. Rojnameya Ozgur Ulke ku der barê windayan de nûçe çêdikirin hat bombekirin. Rojnameger Ferhat Tepe hat binçavkirin û qetilkirin. Qada ku dengê xwe lê bilind bikin nemabû.

Piştî van çalakiyan cenazeyên Ridvan Karakoç û Hasan Ocak hatin dîtin, lê kujerên wan nehatin dîtin û nehatin darizandin. Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê biryar dan ku heta hemû winda bên dîtin û hemû kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Kurê Emîne Ocak Hasan Ocak di 21’ê Adara 1995’an de hat windakirin. Piştî îşkenceya 58 rojan hat kuştin. Cenazeyê wî yê bi îşkenceyê hat kuştin li Goristana Bêkesan hat dîtin. Lê rayedarên dewletê der barê aqûbeta Ocak de got “Li cem me tune ye”

Li ser vê yekê medya cih da bûyerê. Piştî vê bûyerê piraniya xizmên windayan ên jin li hev kom bûn û yekem car di 27’ê Gulana 1995’an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kirin. Bi vê çalakiyê xwestin dengê xwe bigînin cemaweriyê û cîhanê.

JI BO NEYÊN NASKIRIN RUYÊ WAN PERÇE KIRIN

Kesên ku cenazeyê Ocak li qada Çem a Gundê Buzhane ya Beykozê dîtin, agahî dan cendirmeyan û li ser vê yekê agahî dan Serdozgeriya Komarê ya Beykozê. Şopa tiliyan hat girtin. Wêne hatin kişandin û mînaka xwînê hat stendin. Şop şandin ji Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Navçeyen Stenbolê re. Lê tevî dane hebûn jî nasnameya kujeran nehat ronîkirin. Malbata Ocak di 15’ê Gulana 1995’an de ji qeydên Saziya Tipa Edlî cenazeyê kurê xwe teşîs kirin. Sedema kuştinê fetisandina bi têlê hat nişandan. Lê ruyê wî hatibû perçekirin. Li hemû betena Hasan Ocak îşkence hatibû kirin. Malbatan li gel şahidan diyar kirin ku herî dawî Ocak li TEM’ê dîtin. Rapora Otopsî jî diyar kir ku Ocak bi têlê hatiye fetisandin û kuştin. Lê serlêdana sûc ya malbatê hat redkirin.

‘2 WÊNEYÊN JIYANA ME DIYAR DIKIN HENE’

Yekem malbata ku li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kir malbata Hasan Ocak e. Yek ji sembola têkoşîna windayan Maside Ocak e. Masîde Ocak diyar kir ku wan wêneyê birayê xwe yê rastî îşkenceyê hatiye dît û wiha got: “2 wêneyên jiyana me diyar dikin hene. Yek jê wêneyê Hasan Ocak ê ku her hefte em wî li Qada Galatasarayê bilind dikin yê rû li ken e. Wêneyê din jî wêneyê piştî îşkenceyê hatiye kişandin yê rûyê perçekirî ye. Em ji ruyê bi ken ê Hasan hêz û enerjiyê distînin. Ji ruyê wî yê perçekirî jî hêza berxwedan û têkoşînê distînin. Îşkenceya li wî hatiye kirin ji bo me sedema têkoşîn û berxwedanê ye.”

‘KENGÎ HATIN CEZAKIRIN EM DÊ PARIYEKÎ REHET BIBIN’

Ocak, anî ziman ku ji ber wan cenazeyê Hasan dîtiye li gorî gelek malbatên din bêtir bi şensin û wiha axivî: “Malbatên ku negihiştine cenazeyên zarokên xwe her dem li benda hatina wan in. Her dem çavên wan li rê ye. Gora kurê me heye. Lê ji bo şîna me bi dawî bibe divê edalet pêk bê. Divê berî her tişti hemû sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin bên cezakirin. Divê dewlet li hemberî sûcê ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin bê deng nemîne. Kengî bersûc hatin cezakirin û ev sûc bi dawî bûn em dê pariyekî rehet bibin.”

‘JI BO GORÊN WINDAYAN BÊN DÎTIN DIVÊ HER KES XWEDÎ DEREVIN’

Ocak, da zanîn ku 23 sal borîn, lê hin hişmendî hêj neatiye guhertin û wiha lê zêde kir: “Hêj dewlet li hemberî serlêdanên malbatên windayan sersar û xemsar e. Hêj bersîvê nadin malbatan. Hin tişt nehatin guhertin. Lê gelek tişt ji hatin guhertin. Em li Qada Galatasarayê di nava 23 salan de gelek tişt fêr bûn. Ev der ji bo me bû dibistan. Li vir biryar, hevî û bawerî derket holê. Em li dijî polîtîkayên windakirinê rawestiyan. Me destûr da ku mirov bêhn bistîne. Me rê li pêş îşkenceyê girt. Em ji gelekan re bûn hêvî û bawerî. Me 23 salan bi israr û biryar ev têkoşîn mezin kir. Ji bo edalet pêk bê divê mirovên din ên em ji bo wan têdikoşin jî destê xwe têxin bin kevir û berpirsiyarê bidin ser milê xwe. Hemû kesên li vî welatî dijîn gelek tişt deyndarên van mirovên hatin windakirin in. Ji bo gorê windayan çê bibin divê her kes li daxwazên me xwedî derkevin. Dema Dayikên Plaza De Mayo ji bo windayan çalakî pêk dianîn bi sed hezaran mirov dadiketin qadan. Lê em li vir vî tiştî najîn. Em mirovên vî welatî yên bi hestiyar wan li gel xwe nabînin. Îro bêtir pêdiviya me biwan heye.

GOTIN RIDVAN KARAKOÇ NE LI CEM ME YE, LÊ…

Ocak, da zanîn ku ji bo Siyasetmedardê Kurd û Sazumankarê Navenda Çanda Mezopotamya Ridvan Karakoç ê 34 salî jî gotin ‘Ne li cem me ye’ û wiha got: “Der barê Karakoç de biryara girtinê hebû. Polîsan malbata wî ya Stenbolê kiribûn bin dorpêçê. Dem bi dem bi ser malbatê de digirtin. Ji ber vê yekê Karakoç nediçû malê. Bi riya postayê bi rêk û pêk bi parêzera xwe ya ÎHD’ê Eren Keskin re hevdîtin dikir. Ev ragihandin piştî 15’ê Sibata 1995’an hat qutkirin. Piştî têkilî qut bû êdî bi ser malbatê de negirtin. Piştî malbatê agahî ji Karakoç negirtin, serî li hemû merciyên dewletê dan. Lê hemû serlêdan bê encam ma. Rayedaran înkar kir ku Karakoç ne di bin çavan de ye. 3 mehan gotin “Navê hûn dibêjin ne li cem me ye” û înkar kirin.”

Malbata Ocak ku li kurê xwe Hasan Ocak digeriyan, di Gulanê de di nava dosyayên Dozgerê Beykozê de bi tesadifî nav û wêneyên Rıdvan ê mirî dîtin. Pişti vê yekê cenazeyê Ridvan Karakoç ê kuştî di 2’ê Adara 1995’an de avêtin nava daristana Beykozê. Li ser wêneyê ku piştî muayıne kirin û kişandin şopê tiliyan hat dîtin. Derket holê ku cenaze di 26’ê Adara 1995’an de teslîmî Saziya Tipa Edlî hatiye kirin. Li gel şopê tiliyan li gel hemû dozgeran hebû jî di dosyayê de wekîe “Kesê kujer nediyar” bi cih kirin. Bi dizî li Goristana Bêkesan a Altınşehirê defin kirin.

MALBATA KARAKOÇ LI KUJERAN DIGERIN

Asiye Karakoç di 3’ê Hezîrana 1995’an de xwe gihand gora Ridvan Karakoç. Li ser vê yekê malbatê cenaze ji vir derxistin û li Goristana Taxa Gazî defin kirin. Malbata Karakoç tevî hemû hewldanan 23 salin dozgeriyê tu pêşketin li dosyayê zêde nekirine. Daxwazên malbatê 23 salin pêk nehatiye û kujer nehatiye ronîkirin.

Malbata Ridvan Karakoç jî yek ji malbatên ewil li Qada Galatasarayê çalakî pêk anîn e. Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç, diyar kir ku carekê dît ku ne tenê xizmên wan winda bûye û wiha got: “Me carekê dit ku bi sedan kesan ji bo windayan serî li ÎHD’ê daye. Me biryar da ku em hemû xizmên windayan bi hevre têkoşînê bidomînin. Wê demê kulîlkên me jî binçav dirin. Tenê çareya me têkoşîn mabû. Ev têkoşîna rûmetê ye. Niha em jî wekî malbata Ocak bi şensin ku em gihiştin cenazayê Ridvan. Niha bi hezaran malbatên negihiştine cenazeyên xwe hene. 23 salin em têdikoşin. Ev meseleya rûmetê ye. Ev têkoşîn deynê me yê mirovahiyê ye. ”

Karakoç, herî dawî destnîşan kir ku 23 salên din jî bibore ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin û heta ku hiqûq û edalet cihê xwe bibîne dê têkoşîna xwe berdewam bikin. divê her kesên ku edalet, wekhevî aştî û demokrasiyê dixwazin ji bo edalet cihê xwe bibîne tev li têkoşînê bibin û mil bidin milê wan.”

MA / Melike Ceyhan