Rejîma AKP’ê 30 herêmên Dersimê ‘qedexe’ kir. Ji gel xwest ku ji herêmê derkeve. Walîtiya Dersimê li 30 herêmên navenda Dersim, navçeyên Pulur, Qisle, Pilemûriye û Xozatê di navbera dîrokên 1-15’ê tîrmehê de Herêma Ewlehiya Taybet îlan kir. Cendirmeyan biryara walîtiyê birin ji keyayên gundan re ragihandin. Di biryarê de tê xwestin ku welatiyên li van hêrêman dijîn terk bikin.
Rejîma AKP’ê dixwaze 30 herêmên Dersimê vala bike!
