Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî encamên serdanên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Başûrê Kurdistanê êrênî nirxand û got, wan gelek mijar girêdayî Efrînê û yekrêziya Kurdî nîşqaş kirin.
Şandeyek ji partiyên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca yekrêziya Kurdî serdana Başûrê Kurdistanê kir û di nava çend rojand de li gel partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî re hevdîtin pêk anîn.
Şandeya partiyên Kurd a ji Başûrê Kurdistanê vegeriya encamên hevdîtinên xwe bi kongreyek çapemeniyê eşkere kir. Şandeyê diyar kir ku serdana wan ji Başûrê Kurdistanê re erênî bû, gelek mijarên girîng ji bo berjewendiya gelê Kurd û kongreya neteweyî ya Kurdistanê nîqaş kirine.
Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî ku di nava şandeya serdana Başûrê Kurdistanê de bû ji Ajansa me ANHA‘yê re diyar kir ew ê mîna vê serdanê careke din dûbare bikin.
Şêx Baqî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku serdana wan piştî pêvajoyek demdirêj a ji berxwedan û serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve ji aliyekî din ve pêk hatin.
Şêx Baqî wiha domand: “Ji ber wê yekrêziya hêz û partiyên Kurd ên xwedî têkiliyên herêmî û navdewletê ku karibin çareseriya siyasî li Rojava pêk bînin, pêwîst dike, ji bo nîqaşkirina van nuqteyan ev serdan hat. Her wiha civînên bi partiyên din re li her çar parçeyên Kurdistanê û rêyên çareseriyên siyasî hatin nîqaşkirin.”
Girêdayî mijarên bingehîn ku di serdanê de nîqaş kirine Şêx Baqî got: “Ji mijarên ku di serdanê de hatine nîqaşkirin, dagirkirina Tirkiyê ji herêma Efrînê re, awayên sekinandina li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk ji komkujî û guhertina demografiya herêmê ku li Efrînê pêk tîne û danîna çareseriyekê ji bo vegera Efrînê.”
Planên wê sînorên Başûrê Kurdistanê derbas dikin
Şêx Baqî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Partiya Yekitiya Demokratîk a Rojava êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, lê ya rast ew êrîş li dijî tevgera kurdî ye û dewleta Tirk bi rêya wan êrîşan qirkirina gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dike hedef.
Şêx Baqî wiha berdewam kir: “Erdogan û AKP`ê bi planên xwe li Kerkûk û êrîşên wê li dijî Şengal û başûr û dagirkirina Efrînê armanc dikin ku destkeftiyên gelê Kurd tepeser bikin bi taybet piştî nameya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a dawîn ku tê de banga aştiyê kiriye.”
Şêx Baqî balkişand ku ew di serdana xwe de xwestin van nuqteyan diyar bikin; Erdogan nikare Başûrê Kurdistanê û Îran nikare Rojava dagir bikin û wiha pê de çû: “Ev hemû derew in. Lewra divê em li dijî planên van dewletan bisekinin, yekrêziya xwe ava bikin û piştgiriya hev du bikin heya ku bighêjin kongreya neteweyî ya Kurdistanê.”
Şêx Baqî teqez kir ku wan bi gelek partiyan re nîqaş kirine ku gelê Kurd li Rojava dibe qurbana êrîşên qirêj û berpirsyariya parastina sînor tenê nakeve milê gel lê belê dikeve ser milê tevahiya hêzên Kurdistanê. Şêx Baqî ev tişt diyar kir: “Em bi 20 partiyên siyasî re civiyan. Fikrên hinekan li gorî ya me bûn. Lê qenata hinek partiyên din cuda bû. li gorî fikr û nêrînên wan dibêjin Rojava ya berê ne mîna ya niha ye. “
Di dawiyê de sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê got: “Em dê carek din serdana Başûrê Kurdistanê bikin ji ber ku ev serdan erênî bû.”
(şx)
ANHA