Di roja dawî ya hefteya çalakiyan de ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bang hate kirin.
Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê ketibû sala heyştan. Di çarçoveya salvegera nobedê de doh li Strasbourgê çalakiyên çandî pêk hatin.
Çalakî li Place Kleberê ya li navenda Strasbourgê pêk hat û hunermend Yelda Ebbasî, Hozan Comert, Xelîl Xemgîn û Serhat Çarnewa, her wiha komeke govendê ya ji Parîsê hat tevlî çalakiyê bûn û hunera xwe pêşkêş kirin.
Di çalakiyê de ku bi sedan Kurdistanî û Fransayî jî lê amade bûn pankarta bi nivîsa “Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heft sal in em nobedê digirin” hate vekirin.
Nûnerên saziyan ên di nava hefteyê de nobedar bûn tevlî çalakiyê bûn. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr li çalakiyê axivî û diya rkir, wê dest ji azadiya Ocalan bernedin. Goksûngûr destnîşan kir ku çalakiya nobedê wê heta azadiya Ocalan bidome.
Goksûngûr bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, komkujiya li Kortekê bi bîr xist û bang li welatên Ewropayê û tevahiya dinyayê kir ku li hemberî van komkujiya bêdeng nemînin.
Piştre Hozan Comert, Yelda Ebbasî, Xelîl Xemgîn û Serhat Çarnewa derketin ser dikê. Koma govendê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê hunera xwe pêşkêş kir.

