Halîm Dener beriya 25 salan di 30’ê Hezîranê de dema ku afîşa ERNK’ê dadiliqand hatibû kuştin. Dewleta Elman berî salekê di sala 1993’an de PKK qedexe kiribû. Halîm Dener bû qurbanê destpêkê yê qedexeyê.
Çalakiya bîranînê li meydana Steintor li devera ku Dener lê hate kuştin pêk hat.
Girseya gel find vêxist, kulîlk danîn devera lê hate kuştin û bi projektorê wêneyê Halîm Dener nîşan da.
Di çalakiyê de pankartên ku Halîm Dener bi bîr tînin û tundiya polîsan şermezar dikin hatin hildan û belavokên ku ji aliyê Kampanya Halîm Dener ve hatin amadekirin hatin xwendin.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî Alya Ekîncî li bîranînê axivî û got, “Dewleta Elman Halîm Dener berî 25 salan bi rengekî hovane kuşt.”
Ekîncî diyar kir, heta ku kujerê Dener hesab bide gelê Kurd û malbata Dener wê vê bûyerê bişopînin û nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên dewletên Ewropayê da.
Siyasetmedar Abdullah Efe jî anî ziman ku zext û zordariya dewleta Elman a li dijî Kurdan didome û bûyerên dema dawî mînak nîşan da.
Di 6’ê Tîrmehê de saet 14:00 wê li meydana Georgsplatzê ji bo Halîm Dener meşeke mezin pêk were.