Tevgera Talîbanê roja Duşemê 200 sivîlên ku wê biçûna Kabîlê li nêzî eyaleta Kûndûzê dîl girtibû.
Endamê meclîsa wîlayeta Kûndûzê Gûlam Raban Rabanî got ku, “Nêzî 60 sivîl bi selametî vegeriyan malên xwe lê herî kêm 20 leşker û polîs ji aliyê Talîbanê ve birine cihekî nediyar.”
Du fermandarên Talîbanê piştrast kirin ku sivîl serbest hatine berdan û yekî ji wan diyar kir ku armanca wan ne ev e ku sivîlan bikin hedef.
Li gorî nûçeya AFP’ê fermandarekî Talîbanê gotiye ku, “Em dixwazin peyameke xurt bidin hikumetê. Em dikarin gelek çalakiyan li dar bixin û di her warî de em dikarin wan têk bibin.”
BANGA AGIRBESTÊ YA HIKUMETÊ HATE REDKIRIN
Tevgera Talîbanê diyar kir ku wan banga hikumetê ya agirbesta ji bo sê mehan red kirine û ew ê êrîşên xwe bidomînin.
Serokkomarê hikumeta Efganistanê Eşref Ganî vê Yekşemê banga agirbestê kiribû û îro li benda bersiva Talîbanê bû.
Hate ragihandin ku di roja pêşîn a cejnê de 10 roket ber bi Kabîlê ve hatiye avêtin. Li gorî AFP’ê helîkopteran cihekî nêzî camiya bajarê berê gulebaran kirine û li nêzî stadyûmê tevdîrên ewlehiyê hatine wergirtin.
Hate ragihandin ku roket nêzî Qesra Serokkomariyê ketine ya ku nûneriyên dîplomatîk û avahiyên hikumetê lê hene. Hê tu komî ev êrîş li xwe negirtine.