Li bajarê Bombay ê Hindistanê barana muson roja Sêşemê bû sedem ku dîwarek hilweşe.
Li gorî çavkaniyên servîsa lezgîn, ji ber hilweşîna dîwar 15 kes mirin û 69 kes jî birîndar bûn.
Bombay mezintirîn bajarê Hindistanê ye ku li rojavayê peravê ye û nifûsa xwe derdora 20 milyon kesî ye.
Rayedaran ji ber barana zêde ya muson li bajêr Sêşemê bêhnvedan ragihandin û ji mirovên li bajêr xwestin ku dernekevin derve.