Parlamentera Federal a Partiya Çep H. Evrîm Sommer nerazîbûn nîşan da ku kesên li Sêwasê komkujî kirin li Elmanyayê bi cih bûne û got, “Divê Elmanya nebe stargeha kesên li dijî mirovahiyê sûc kirine.”
Endama Meclîsa Federal û Berdevka Polîtîkaya Pêşketinê ya Partiya Çep Helîn Evrîm Sommer der barê Komkujiya Sêwasê û rola Elmanyayê ya di komkujiyê de daxuyaniyek weşand. Sommer diyar kir, ji pêşnûme pirsên Partiya Çep jî eşkere bû ku Elmanya veguheriye stargeha yên li dijî mirovahiyê sûc kirine û got, “Li Tirkiyeyê 2’ê Tîrmeha sala 1993’an li Otela Madimakê ya Sêwasê piraniya wan Elewî 35 rewşenbîr, hunermend û nivîskar hatin şewitandin, hatin kuştin. Tevî ku 26 sal di ser re derbas bûne bûyer hîn jî nehatiye eşkerekirin; kujer nehatine cezakirin. Komkujî ne tenê li dijî Elewiyan hate kirin, di heman demê de li dijî paşeroj û nirxên mirovahiya hemdem hatiye kirin.”
Sommer bi bîr xist ku beriya niha di çapemeniyê de hate weşandin, hin ji kiryarên komkujiya Sêwasê ku bi bultena sor li wan tê gerîn li Elmanyayê bi cih bûne û welatîbûna Elmanyayê ji yekî ji wan re hatiye dayin. Sommer got, “Hikumeta Elman bi xemsarî nêzî pêşnûme pirsên Partiya Çep û hewldanên hiqûqnasên saziyên Elewî ku ev yek jî nîşan dide Elmanya jî tevlî nava vî sûcê li dijî mirovahiyê bûye.”
Sommer anî ziman ku komkujiya Madimakê ya Sêwasê di çarçoveya sûcê dijî mirovahiyê de ye û bang li hikumeta deral kir: “Ev sûc bi derbasbûna demê û hiqûqa welatekî bi sînor nabe. Divê Elmanya nebe stargeha yên sûcên bi vî rengî li dijî mirovahiyê kirine û cesaretê nede wan.”