Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê, balafira Kevser a malê Îranê, dikare çekên cuda hilgire. Hate gotin, balafir wê ji bo destekkirina operasyonên demkin bê bikaranîn.

Di demekê de ku di navbera Îranê û DYA, Erebîstana Siûdî û gelek welatên herêmê de alozî heye, Îranê balafira xwe ya nû ya şer da naskirin.

Televîzyonên Îranê merasîma danasîna balafirê bi rengekî zindî weşandin. Li gorî Reutersê, Serokkomar Hasan Rûhanî jî tevlî merasîmê bû.

Wezîrê Parastinê Amîr Hatemî diyar kir ku balafir di çarçoveya stratejiya pêşîgirtina aktîf de hatiye çêkirin û îdîa kir ku Îranê ti carî êrîşî welatekî din nekiriye.

BANDOR Û HÊZA BALAFIRÊ

Sala 2013’an Serokkomarê wê wextê Mahmûd Ahmedînecad balafira şer a bi navê “Kahîr-313” weke “yek ji balafirên herî pêşketî yên cîhanê” dabû naskirin. Piştre hatibû fêhmkirin ku balafir maketek e û ji aliyê endezyarên Îranê ve hatiye çêkirin.

Wezareta Parastinê Adara 2017’an qala Kahîr-313’an kir û bêyî detayan eşkere bike, diyar kiribû ku balafir ji testê re amade ye. Rayedarên Îranî piştî mehekê dîmenên versiyoneke nû ya vê balafirê weşandin.

Wezîrê Parastinê yê Îranê, balafira nû ya bi navê “Kevser” weke bersiva li gefên DYA, Îsraîl û Erebîstana Siûdî pêşkêş kir.

Hêzên hewayî yên Îranê bi giranî ji balafirên Çîn û Rûs pêk tê. Li ser bandora balafira malê Îranê guman hene. Pisporên Îsraîlî beriya merasîma fermî ya danasînê ji bo Kevser gotibûn, “modeleke xweşik a ji plastîkê ye”.

Hatibû îdîakirin ku HESA Azarahş û HESA yên ku weke malê Îranê hatibûn nîşandan, kopya makyajkirî ya balafirên Amerîkî ye.

MESAJA JI BO TIRKIYEYÊ!

Serokkomar Hasan Rûhanî di civîna danasîna Kevser de got, armanca me ew e ku di pîşesaziya parastinê de bi aliyeteke kêm çekên xurt hilberînin. Rûhanî mesaj da Tirkiyeyê jî û îdîa kir ku Tirkiye û Îran ku ‘dostên hev in’ dikarin li qada pîşesaziya parastinê hevkariyê bikin û balafira şer hilberînin.

KRÎZA ABORIYÊ

Îran û Tirkiye di nava krîzeke giran a aboriyê de ye. Îran demeke dirêj ji ber ambargoyê û pirsgirêkên navxweyî di nava krîzeke cidî de ye. Li gelemperiya welêt, ji ber rêveberiya nebaş pirsgirêkên bêkarî, bêedaletî, elektrîk, ziwatî û pirsgirêka avê heye. Li gelek bajaran li dijî van pirsgirêkan çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.

ALOZIYA BI DYA’YÊ RE

Rêveberiya DYA’yê meha Adarê xwe ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişand. Serokê DYA’yê Donald Trûmp beşa destpêkê ya ambargoya li ser Îranê 6’ê Tebaxê bi cih anî. Washîngtonê 90 heta 180 roj dem da welatên din ji bo xwe ji Îranê vekişînin.