Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bang li rêveberiya Tehranê kirin ku biryara xwe ya zêdekirina rêjeya ûranyûmê ji nû ve binirxîne.

Piştî civîna li Brukselê ya der barê Îranê, bi navê Komîsera Yekîtiya Ewropayê ya ji Polîtîkaya Derve û Ewlekariyê Berpirsyar Federica Mogherini û Wezîrên Karên Derve yên Fransa, Elmanya û Brîtanya Mezin daxuyaniyeke hevpar hate weşandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber biryara Îranê ya zêdekirina rêjeya ûranyûma dewlemendkirî ew ‘gelekî bi guman’ in û bang li rêveberiya Tehranê hate kirin ku dest ji vê biryarê berde.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku divê Îran ji biryara xwe vegere û dest ji tedbîrên nû yên ku Peymana Nukleerê ya sala 2015’an ‘lawaz’ dikin berde. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku angajmana Peymana Nukleerê bi şertê ku Îran bi temamî peymanê pêk bîne ve girêdayî ye û hate diyarkirin ku biryara Îranê peymana der barê jiholêrakirina çekên nukleerî tengav dike.

Piştî ku DYE sala 2015’an xwe ji Peymana Nukleerê ya li Viyanayê hate amadekirin vekişand, Yekîtiya Ewropa di navbera Tehran û Washingtonê de mabû. Yekîtiya Ewropa û rêveberiya Tehranê Gulana 2018’an li hev kiribûn ku şertê sereke yê vê peymanê jî ew bû ku Îran wê rêjeya destnîşankirî ya ûranyûma dewlemendkirî derbas neke. Îranê her wiha ragihandibû ku wê ti carî nexwaze bombeya atomê biafirîne.

Lê belê rêveberiya Tehranê pêkanînên aboriyê ji xwe re kir hincet û Duşemê ragihand ku wan rêjeya destnîşankirî ya ûranyûma dewlemendkirî derbas kirine.