Di rapora îstîxbaratê ya sala 2018’an a NRW’ê de ku mezintirîn eyaleta Elmanyayê ye, hate ragihandin ku MÎT li eyaletê karekî berfireh ê sîxuriyê dimeşîne.

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta NRW a Elmanyayê ku saziya îstîxbaratê ya eyaletê ye rapora xwe ya sala 2018’an eşkere kir.

Di raporê de ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê NRW Herbert Reul ve hate eşkerekirin, nirxandinên der barê rêxistina îstîxbarata Tirk MÎT’ê û rejîma Erdogan balê dikişînin. Di raporê de hate ragihandin ku NRW yek ji navendên dîaspora Tirk e û ji ber vê yekê jî ji bo îstîxbarata Tirk yek ji deverên girîng ên operasyonê ye.

Li gorî raporê li eyaleta NRW’ê karên PKK, DHKP-C û MLKP’ê hene û hate diyarkirin ku hikumeta Tirk mûxalîfên li Elmanyayê weke ‘terorîst’ dibîne. Di raporê de hate ragihandin ku li NRW’ê karekî mezin ê sîxuriya îstîxbarata Tirk heye.

Di rapora îstîxbarata NRW’ê de hate gotin ku desthilatdariya AKP ji bo bandorê li welatiyên Tirk ên li eyaletê bike medyayê, mizgeftên DÎTÎB’ê û saziya xwe ya lobî UID bi kar tîne û hate destnîşankirin, ku MÎT jî bi rengekî neyekser di nava vî karî de heye. Di rapora îstîxbarata NRW’ê de hate diyarkirin ku Federasyona Komeleyên Tirk ên Demokratîk ên li Elmanyayê (ADUTDF) ya ser bi MHP’ê û rêxistinbûna bi navê Mîllî Gorûş ji sala 2018’an ve tên şopandin.

Di raporê de hate bibîrxistin, piştî ku MHP’ê li Tirkiyeyê bi AKP’ê re tifaq kir komên neteweperestên Tirk ên li Elmanyayê jî bûn alîgirê Erdogan û hate gotin, “Bi saya tevgera neteweperest a li Elmanyayê heyraniya ji bo Erdogan zêde bû.” Hate diyarkirin ku heyraniya neteweperestan ji bo Erdogan wê piştre bibe sedem ku di nava vê tevgerê de parçebûn rû bide.

Di rapora Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn de ya sala 2018’an a ji bo gelemperiya qada federal, yekemcar sernavekî cuda ji bo karên MÎT’ê hatibû amadekirin. Di raporê de hatibû diyarkirin ku MÎT ji bilî karên sîxuriyê yên li dijî mûxalîfên ji Tirkiyeyê hatine, hewl dide bandorê li civaka li Elmanyayê ya ji Tirkiyeyê hatiye bike û bandorê li îradeya siyasî ya Elman bike.