Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgera navneteweyî ya ji bo Sûriyê û operasyona leşkerî li Idlibê û derdora wê, rewşa Sûdanê û aloziya di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de kirin.
Şeriq El-Ewset: Pedersen li Moskovê ye da ku rewşa Sûriyê çareser bike
Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Nûnerê Navneteweyî yê ji bo Sûriyê, Geir Pedersen îro diçe Moskovê da ku bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û rayedarên din re hevdîtin bike, ji bo lezkirina komîteya çêkirina destûra Sûriyê û çareseriya siyasî ya ku ev demeke dirêj e hatiye rawestandin.”
Rojnameyê bi berdewamî got: “Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya, Sergei Verchchinin ragihand ku Pedersen wê serdana Moskovê bike da ku Lavrov û rayedarên din bibîne. Çavkaniyên diplomatîk jî ragihandin ku Moskov dixwaze nêrîna Pedersen a ji bo destpêkirina xebata siyasî nîqaş bike. Heman çavkaniyan anîn ziman ku Moskovê wê balê bikişîne ser komîteya avakirina destûr û destpêkirina karê wê di demeke pir nêz de.”
Ji aliyekî din ve jî rojnameyê got: “Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihand ku operasyona dijwar a Rûsya û rejîmê li bakur rojavayê Sûriyê derbasî roja xwe ya 65`an bû. Tevî desteka Rûsya ya bê sînor ji hêzên rejîmê û milîsên wê re û zêdetirî 46 hezar êrîşên hewayî û bejahî yên hêzên rejîmê û balafirên Rûsya, lê ev operasyon têk çû. Hêzên rejîmê ji bilî 20 herêmî li bejahiyên Hema û Idlibê, bipêş neket.”
Sûdan
Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Navpeyankariya Afrîqa û Ethiopian a hevbeş di vegerandina aliyên Sûdanê li ser masya danûstandinê yekser de, biser ket.”
Lîbya
Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Kuştina 46 penaberan û birîndarkirina zêdetirî 88 kesên din ku piraniya xwe ji Afrîqayê bûn, di êrîşeke hewayî ya duh li ser navenda penaberên ne rewa ya li bajarê Tacûra ya nêzî paytextê Lîbyayê, Terablûsê de, hêrsekî navneteweyî çêkir. Di Meclis Ewlehiyê de, banga lidarxistina civîneke awarte hate kirin. Sekertêrê Giştî yê NY`yê António Guterres hêrsa xwe anî ziman û banga li lêpirsîneke serbixwe kir.”
Tirkiyê
Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya Ekaz li ser zimanê rayedarên Amerîkî got: “Rêveberiya Serokê Trump ji bo ferizkirina cezayan li ser Tirkiyê û bidawîkirina beşdarbûna wê di bernameya balafirên şer ger ku sîstema parastina ezmanî ji Rûsya bigire, hîna pilan dike.”
Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Tirkiyê kir û got: “Analîzvanan teqez kirin ku têkiliyên Tirkiyê û Qeterê bi awayekî lez bi paş ve diçe.”