Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) serdana konê sersaxiyê yê li Serdeşta Çiyayê Şengalê ji bo Endamê Kordînesyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî hatî vedan, kir.
Li Serdeşta Çiyayê Şengalê taziya Endamê Kordînesyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ku di encama êrîşekî dewleta Tirk de, di 15’ê Tebaxê de şehîd bû, ev 4 rojin didome. Heta niha bi hezaran welatî, nûnerên rêxistin, sazî û kesayetên oldar serdana kon kirine. Divê çarçoveyê de îro Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) çû serdana kon.
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji aliyê malbata Mam Zekî Şengalî û Rêveberiya Şengalê ve hat pêşwazîkirin. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji malbat, gelê Êzidî û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.
Biryare ku sibe piştî nîvro sersaxî bi dawî bibe, lewma wê di saetên êvarê de qewil û qesîdeyên taybet ên ola Êzidîtiyê werin gotin. Ji bo vê ji gelek welatî, nûnerên sazî û rêxistinan li kon amade bûne.