Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina hherêma Bradost û Xakurkê yên Başûrê Kurdistanê, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê dewam dike.
Di çarçoveya plana dewleta Tirk a dagirkirina herêma Bradost û Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê de ku ji 3 sê qonaxan pêk tê, êrîşên qirkirin û dagirkeriyê li qadên din jî tên belavkirin.
Ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û vir ve di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên HPG-YJA Starê de şerekî dijwar diqewime. Hema hema her roj gerîla bi çalakiyan derbê li artêşa Tirk a dagirker dixin. Artêşa Tirk jî hewl dide bi balafirên keşfê û bikaranîna hêzên hewayî encamê bi dest bixe.
YEKÎTIYÊN KONTRA LI SER KAR IN
Gerîlayên HPG û YJA Starê li gel herêma dijwar jî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Artêşa Tirk a ku nikare berxwedana gerîla bişikîne, hewl dide termên leşkerên xwe û birîndarên xwe bi helîkpoterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rake.
Ji ber çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG’ê, artêşa Tirk ji bejahî ve nikare bikeve herêmê. Lewma bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bomberdûmaneke giran li herêma Xakurkê û Bradostê dike. Di heman demê de obus û hawanan diavêje herêmê. Bi vî rengî hewl dide bêhnê bîne ber leşkerên ku ji aliyê gerîla ve hatine dorpêçkirin.
Dewleta Tirk a dagirker qîma xwe bi vê yekê nîne. Mîna ku beriya niha gelek caran bi kar anî, dîsa serî li taktîkên kontr-gerîla yên bi rêbazên JÎTEM, Hîzbûllah, Tîma Xençer û Tîma Esedûllah dide. Dewleta Tirk bi bikaranîna yekîneyên kontra re dixwaze gelê Kurd bitirsîne û bi vî rengî teslîm bigire. Yekîneyên kontra ku gelek ji wan bi taybetî hatine perwerdekirin û mîna tîman bi komên biçûk tevdigerin, bi kincên cuda li herêmê digerin. Ev yek nîşan dide ku ji bo dewleta Tirk a dagirker ‘Sendroma Xakurkê’ dest pê kiriye.
ARMANC SERWERIYA LI HERÊMÊ YE, HERÊMEK TAMPON E!
Dewleta Tirk hêzên xwe yên leşkerî yên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dike. Artêşa TC a dagirker li herêmê her roj êrîşên nû dike hewl dide qereqolan çêbike, li herêmê serwer be û li ser vê bingehê timî operasyonên nû bike û dagirkeriyê belav bike.
Êrîşên li herêma Xakurkê û Bradostê carna bi hezaran leşkerî, carna jî çeteyên paramîlîter û yekîneyên taybet tên kirin. Dema ku êrîş bi yekîneyên taybet tê kirin, kuştiyên yekîneyên taybet nayê eşkerekirin. Ji destpêka mehên biharê û vir ve li Şemzînan, Gever û Çelê ku li ser sînor in, rewşeke awarte heye. Ji qereqolên li ser sînor bi awayekî bênavber bi hawan û obusan gundên li herêma Bradost û Xakurkê tên bombekirin. Liv û tevgera balafirên kefşê jî roj bi roj zêde dibe.
BOMBE LI CIH Û WARÊ SIVÎLAN TÊN BARANDIN
Bi helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên şer bomberdûman li cih û warê sivîlan tê kirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Xakurkê li dijî dagirkeriyê di çeperên pêş de ne, dibêjin ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên herî berfireh ên salên dawî dike û timî leşkeran li ser sînor dicivîne.
Gerîlayan diyar kirin ku artêşa Tirk dixwaze bi xurtkirina dagirkeriya xwe ya li herêma Bradostê re dagirkeriyê li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bike û armanca dewleta Tirk bi serweriya herêmê re herêmên tampon ava bike.
Çavdêriyên me yên li herêmê hem gelê herêmê hem jî gerîla piştrast dikin. Artêşa Tirk leşkerên xwe yên li ser girên li ser sînor bi teknîka leşkerî xurt kiriye. Li ser hin giran jî hewl tê dayin ku baregeh û qereqol bên çêkirin. Vê rewşê di pratîkê de rê li ber avabûna herêmeke tampon vekiriye.