&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imrlaî, ji bo biçin Îmralî, îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.
&- Piştî şehîdbûna Diyar Xerîb, gelê Kurd, nunerên partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê çûne konê sersaxiyê, ji malbata Diyar Xerîb, Haraketa Azadiya Kurd û gelê Kurd re sersaxî xwestin.
&- Komîteya rêveber a PKK’ê li ser şehadeta endamê konseya serokatiya giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, gerîla Dewran û Şahîn Dîcle daxuyaniyek da.PKK’ê ragihand ku êrişa bi bêbextî ya 5’ê Tîrmehê bi awayekî pîlankirî û bi desteka casûsên xwefiroş hatiye kirin.
&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku sîxurî sûcekî giran e û yên ev sûc kirine wê bêne cezakirin.
&- Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, destnîşan kir ku ji bo derxistina rûyê rast yê DAÎŞ’ê Tirkiye dibe asteng û got: “Tirkiye gefan li me dixwe û dixwaze tola DAÎŞ’ê hilîne.”