&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo biçin Îmralî, doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.
&- Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro wê li Meclîsê sund bixwe.
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber Ya KCK’ê ji bo malbata endamê Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb peyama sersaxiyê şand Û soza cezakirina hevkaran da.
&- Navenda Ragihandina HPGê, bi daxuyaniyekê rêhelavên Gerila ku li Dêrsimê şehîd bûne bibîranîn.
&- Hêzên Artêşa Tirk li navçeya Bedlîs Xîzanê jî dest bi operasyonê kirin.
&- Artêşa Tirk a dagirker, li Başûrê Kurdistanê, operasyona dagirkeriyê dimeşîne, ji bo gund bên valakirin gefan li gundiyan dixwe. Her wiha leşkeran agir berda derdora gundê Sîranê yê Sidêkanê.