Li qada El Meşheme ya Hesekê teqîneke din pêk hat.
Nêzî cihê teqîna destpêkê bi 100 metrî derdora saet 10:20’an de li taxa Salhiyê ya bajarê Hesekê motorsîkleteke bomebarkirî teqiya. Ji ber teqînê tiştek bi kesî nehat.
Hêzên Ewlekariya Hundurîn derdora cihê bûyerê girtin û bang li şêniyan kir ku ji cihê teqînê dûr kevin da ku teqîneke din rû nede.
Teqîna destpêkê ku li bajarê Hesekê pêk hat derdora saet 09:45’an de li nêzî çerxerêya El-Meşheme ya taxa Salhiyê ya bajarê Hesekê bû.
Hate ragihandin, derdora saet 9:45’an li nêzî çerxerêya El-Meşheme ya li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê motorsîkletek bomebarkirî teqiya. Di encam de zerarên madî çêbûn. Hêzên Ewlekariya Hundrîn…
