&- Rayedarên Dewleta Tirk, doh jî bersiv nedane serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî.
&- Hevşaredarên binarê Qendîlê, bang li gelê Kurd kirin ku li beramberî êrîşên dagirkeriyê û hevkarên vê yên xayîn bêdeng nemîne.
&- Leyla Guven, piştî sundxwarinê bersiv da pirsên ajansa nûçeyan ANFê û got: Dema min sund xwar hemû jin hatin ber çavên min.
&- Navenda Ragihandina HPGê diyar kir ku hêzên Gerîlla ji bo bîranîna şehîd Helmet û 2 rêhevalên Gerîlla, li dijî artêşa Tirk çalakiyên bi bandor pêkanîn, 7 leşker û 2 polîs hatin kuştin.
&- Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal, gaz û çekên ku Elmanya firotibû Tirkiyê û di 1937an de di Tevkûjiya Dêrsimê de hatibû bikaranîn, ji hûkûmeta Merkel pisrî.
&- Desteya Rêvebir ya Navendî ya HDP’ê û Meclîsa Partiyê doh, li navenda HDP’ê dibin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî de civiya.
&- Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand hêzên wan, li Cinderesê çalakiyek lidar xistin û tê de çeteyek hate kuştin û çeteyek jî birîndar bû.
&- Li Efrînê 3 teqîn, li Hesekê jî teqînek çêbû. 11 çete hatin kuştin.