Keştî li Tîbîrî a herêma Maradî yê noqî avê bûye. Waliyê Maradî Zakarî Ûmarû diyar kir ku 11 kes mirine, 3-4 kes jî winda bûne. Hate ragihandin ku keştî li ser ava Dramîn Gulbî yê noqî avê bûye.

Li gorî agahiyên kesekî dayî AFP’ê û got: “Di dema baranê de rêyên Gulbî tê girtin. Ji ber mirov ji cihekê biçe cihekî din neçarin ku keştiyên biçûk bikar bîne.”

Neteweyên Yekbûyî ya di dawiya meha Hezîranê de daxuyaniyek dabû, hişyariya wê li Nîjeryayê di sala 2019’an de wê rû bi rûyê lêhiya rabe bê û 170 hezar kes bandor bibin.

Ji ber baranên dijwar a 2018’an 52 kes miribûn, 200  hezar kes mexdûr bûbûn, 170 hezar mal hilweşiyabûn. Her wiha ji ber lêhiyê ziyan gihiştibû 8 hezar zeviyên çandiniyê 33 hezar lawir jî telef bûbûn. Di sala 2017’an de jî 56 kes ji ber mercên hewaya xirab jî miribûn.