Li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a Parîsê ya Fransayê li dijî êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê mîtîng hate kirin. Di mîtîngê de endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb jî hate bibîranîn.
Înê li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a Parîsê bi mîtîngekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Di mîtîngê de bi dovîz û dirûşman êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin, ”Ji Ocalan re azadî”, ”Şehîd namirin”, ”Bimre Erdogan”.
Di mîtîngê de Hevberdevkê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Necmettîn Demîralp axivî, dagikerî û komploya bi hevkariya PDK’ê şermezar kir.
Demîralp her wiha Diyar Xerîb, Endamê Konseya Seroktiya KCK’ê Diyar Xerîb ku bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk şehîd ketî bi bîr anî û got, ”Diyar Xerîb, hevrêyê me yê şoreşger, ku di nav tevgera netewî de mirov digihandin hev, mirovekî soyaslît bû, bi girêdana îxaneta noker a bi dewleta Tirk re û bi encama îstîxbaratê li gel du hevalên xwe li Başûrê Kurdistanê şehîd bûye.”’
Di mîtîngê de danezaneke ji bo dagirkeriyê, komployê û şehîdbûna Xerîb û hevalên wî hatibû hazirkirin hate xwendin û belavkirin.
LI BORDEAUXÊ ÇALAKÎ
Her wiha li Bordeauxê ya Fransayê, dema tiyatoreya li qada vekirî ku bi hezaran kes lê hazir bûn, li dijî dagirkeriya Tirk û nokeriyê çalakiyeke şermezariyê hate kirin. Di çalakiyê de li meydana Comedîeyê belavok hatin belavkirin.