Li Şengalê di encama êrîşa balefirên şer ên Tirkiyeyê de, Mam Zekiyê êzidiyan hat qetilkirin. Çawa ku me ji xwedîlêderketina êzidiyan jî têderxist, êrîş ne tenê li dijî Mam Zekî hatiye kirin. Ev êrîş li dijî tevahiya êzidiyan hatiye kirin. Heta êzidî vê êrîşê weke dewama êrîşa DAIŞ´ê ya 3´yê Tebaxê dibînin. Êzidî hem gelekî xemgîn û hem jî gelekî bi hêrs bûne. Bi wî rengî timî nifiran li dewleta tirk û rejîma AKP´ê dikin.

Halê hazir gelê herî mezlûm ên dinyayê êzidî ne. Heger li ser rûyê vê erdê wê xwedî li mezlûman bê derketin, divê mirov li êzidiyan xwedî derkeve. Dewleta tirk, Zekî Şengalî qetil kiriye ku mezlûmtirîn gelê dinyayê êzidiyan gelekî jê hez dikir. Ev êrîş li dijî hesreta herî mezin a Zekî Şengalî, ango li dijî xweseriya Şengalê ye. Desthilatdariya AKP´ê li ku deverê peyva xweseriyê bibihîse, êrîş dike. Ji ber vê yekê êrîş bir ser Cizîr, Nisêbîn, Sûr û bajarên din ên kurdan. Êrîş ji ber vê yekê biriye ser Efrînê jî. Ji ber vê yekê jî êrîşî Şengalê jî dike. Tirkiye li hundirê xwe û li derveyî xwe naxwaze ku derdorek bibe xwedî îradeya xwe bi xwe. Ango ditirse ku ew bibin xwe bi xwe. Divê her kes serê xwe bitewîne li ber desthilatdariya dewleta tirk û AKP´ê! Desthilatdariya AKP´ê xwedîbûna li xwe, derbarê xwe de û li ser xwe biryardayînê ji bo xwe wekî mirinê dibîne. Ji ber vê yekê jî, li gorî AKP´ê, divê kurd, êzidî û hemû komên din ên etnîk û dînî ne azad bin. Yan na wê stûnên ku dewleta tirk xwe dispêre wan dê bikevin. Ha ji ber vê yekê rêberê têkoşîna êzidiyan a jiyana xweser hatiye qetilkirin.

Gelo dewleta tirk bi qetilkirina Mam Zekiyê êzidiyan gihîşte armanca xwe? Ma gelo ew ê pêşiyê bigire li pêşiya yekitî û jiyana xweser a kurdên êzidî? Gelo ev her du hesretên sereke yên Mam Zekî, tevî wî hatin veşartin? Piştî qetilkirina wî, xwedîderketina êzidiyan a bi yekitiyê li Mam Zekî, bû sedemek ku yekitiya êzidiyan xurttir bibe. Ji bo êzidiyan ji destdana Mam Zekî bû sond û qesema ji bo Êzîdxana xweser. Ev e çarenûs û diyalektîka xurtbûnê ya civakên bindest û têdikoşin. Bi dehan şehîdan û berdêlan ev civak her diçe xurttir dibe û digihîje armanca xwe.

Qetilkirina Mam Zekî wê di nav civaka êzidî de serdemeke nû bide destpêkirin. Bi wî rengî, çawa ku êrîşa 3´yê Tebaxa 2014´an a li dijî Şengalê a DAIŞ´ê û pêkanîna fermana 74´an serdemeke nû da destpêkirin, qetilkirina Zekî Şengalî a di 15´ê Tebaxê de pêdiviya civaka êzidî ya bi yekitiyê raxistiye ber çavan. Êzidî rabûne ser pêyan, bi vê hem nîşan dan ku ew civak in û hem jî bi xwe dîtin ku ew civakeke xurt in. Êdî êzidiyan xweliya li ser serê xwe avêtiye. Êdî ew ne civakek in ku li keviyan bimînin û hebûna xwe dewam bikin. Bi xwedîderketina li Mam Zekî, wan got, em jî hene. Wan ji 7 salî heta 70 saliyan nîşan da ku ji bo diyarkirina siberoja xwe dê li ser pêyan bin. Di jiyana xwe de Mam Zekî ji bo yekitî û jiyana xweser a kurdan gelekî têkoşiya, bi mirina xwe jî wê civaka êzidî xurt kir, kir ku ew biryardar bin ji bo jiyana azad û demokratîk.

Cenazeyê Mam Zekî Şengalî, bibîranîn, civîn û meşên ji bo Mam Zekî nîşan dan ku civaka êzidî dê li ser rêya Mam Zekî bimeşin. Ew ê yekitiya xwe xurt bikin û jiyana xwe ya azad û demokratîk ava bikin. Êdî bi yekitiya êzidiyan bi sernexistina xweseriya êzidxanê wê nebe xiyaneteke li Mam Zekî, lê ew ê bibe xiyaneteke li berdêldayîn 74 fermanan.

Armanca ku êzidî berê xwe bidinê, xweseriya Êzîdxanê ye. Êzidî hemû dê berê xwe bidin Mam Zekî ango Êzîdîxanê. Têkoşîna Mam Zekî ya Şengalê, li wir şehîdbûna wî û li wir spartina wî ya axê, mîna bangekê ye li êzidiyan. Li Ewropayê, yan jî li devereke din a dinyayê êzidîtî nayê heyîkirin. Ev bi wê dikare bi ser bikeve heger êzidî berê xwe bidin Êzîdxanê û xweseriya Êzîdxanê bi ser bixin. Bawerî û çand, bi tenê li ser wan erdan ku li ser wan peyde bûye, dikare bê heyîkirin; li wan deran dikare bê parastin û dewamkirin. Jixwe, jiyana Mam Zekî hemû vê rastiyê radixe ber çavan.

Vê reşkujiya 15´ê Tebaxê , êzidî hejandiye. Weke civakekê, êzidî rakirin ser pêyan. Xwestin êzidiyan biperçiqînin, çavtirsandî bikin, belê encamên berevajî vê derketin holê.

Ji bo êzidiyan ev encam derket holê, wekî din nîşanî dinyayê da ku desthilatdariya AKP´ê û dewleta tirk hêzek in ku êrîşî gelê herî mezlûm ê dinyayê dikin. Bîreweriya li ser nerewabûna hemû êrîşên dewleta tirk bi vê bûyerê re xurttir bû. Çawa ku êrîşa DAIŞ´ê ya li dijî Şengalê ew teşhîr kir û kir ku ew serberjêr bikeve, êrîşa li dijî Şengalê wê ji bo desthilatdariya AKP´ê û dewleta tirk jî encamên bi heman rengî derxe holê.

Rast e, Mam Zekî jiyana xwe ji dest da, lê belê wî kir ku baweriya herî kevn a dinyayê, civaka êzidî ku hucreyên kok ên mirovahiyê dihewîne, bi awayekî xurttir derkeve ser dika dîrokê. Êdî êzidî wê bi jiyana xwe ya azad û demokratîk hebin. Yek ji dewlemendiyên herî bedew ên mirovahiyê ew ê jiyana xwe bi awayekî bibin siberojê.

Salîh Cûma Pîr