Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî di pêkanîna projeyên xizmetguzariyê de ji sererastkirina rêyan û kanalîzasyonan de berdewam e.
Piştî mehekê ji raxistina kevirên hûr li kolanên Taxa Şehîd Sadiq a bajarê Girê Spî, şaredarî di demeke nêz de dê vê projeyê bi dawî bike û dê dest bi zîftkirinê bike.
Di gelek salan de, şêniyên taxê gazinc ji xirabbûna rêyan kir û gelek caran bang li şaredariyê kir da ku rêyan sererast bikin, şaredariyê jî di nîvê Hezîrana çûyî de dest bi sererastkirina rêyan kir û kevirên hûr lê reşandin.
Serokê Buroya Fenî ya Şaredariya Gel Mistefa Bozo got lêçûna projeya Taxa Şehîd Sadiq (El-Leyîl) gihaşt 6 milyon û sed hezar lîreyên Sûriyê, her wiha destnîşan kir ku sererastkirina rêyan dê di çend rojên pêş de bi dawî bibe û paşê dê bi qalindiya 7 cm zîft bikin.
Li aliyekî din jî, şaredarî di nûkirina toreyên kanalîzasyonan de li gelek taxên bajarê Girê Spî berdewam e. Mistefa Bozo diyar kir ku şaredarî projeya nûkirina xetên kanalîzasyonê li kolana Kerîmo bi dirêjiya 580 metreyan û firehiya 60 cm didomîne û got lêçûna vê projeyê 13 milyon lîre ye.
Bozo bi bîr xist ku armanc ji projeyê, xetên kanalîzayonê yên kolanên sereke bi xeta sereke ve girê bidin û zexta li ser toreyên bajêr kêm bikin.
Her wiha Mistefa Bozo destnîşan kir ku şaredarî beriya dest bi projeyekê bike, hejmara şêniyan lêkolîn dike û destnîşan kir ku niha kar li taxa El-Cisir dewam dike ku 500 metre ji şebekeyên kanalîzasyonan dirêj dikin û lêçûna wê jî 11 milyon lîre ye.
Her wiha kar û xebat li ser projeya kanalîzasyona li taxa rojhilatê Girê Spî bi dirêjiya 500 metre didome, lêçûna projeyê jî 10 milyon lîre ye.
Projeya sererastkirina rêya kolana têketina bajarê Girê Spî ji çerxerêya El-Hiwêcê heta çerxerêya El-Elem a başûrê bajêr bi dirêjiya yek km dewam dike, lêçûna projeyê jî 6 milyon lîreyên Sûriyê ye.
(jo)
ANHA





