Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokê DYE’yê Donald Trûmp ve hate dayîn, drona Îranê bi qasî navbereke hezar metreyî nêzî keştiya şer a DYE ya USS Boxerê bûye. Trûmp ragihand ku drona Îranê xistine xwarê.
Ev daxuyanî di demekê de ku aloziyên navbera Îranê û DYE’yê ya di asteke bilind de hatiye kirin.
Rejîma Îranê 20’ê Hezîranê li nêzî Tengava Hurmuzê balafireke keşfê ya bê mirov a DYE’yê xistibû xwarê. Ev bûyer, weke xeteriya şer a di navbera her du welatan de tê nirxandin.
Îranê bi daxuyaniyekê diyarkiribû ku li Tengava Hurmuz keştiyekek ku petrolê bi ‘qaçax’ dibir û 12 personelê wê hebû dest daniye ser. 4’ê Tîrmehê jî rayedarên Îngilîz li peravên Cebelîtarik dest danîbûn ser tankereke petrolê ya Îranê.