Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç anî ziman ku bi hedefgirtina Zekî Şengalî re xweseriya Şengalê hedef hatiye girtin. Koç da zanîn ku qetilkirina Şengalî bi destê DYA, Iraq û dewleta tirk pêk hatiye. Koç diyar kir ku divê kurd bi helwestekî neteweyî xwedî li Şengalî derkeve û Şengalî bike wesîleya yekitiya neteweyî ya kurd
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilûfer Koç têkildarî êrîşa dewleta tirk a li dijî Şengalê ku di encamê de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalê şehîd bûbû, pirsên Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA bersivand. Koç diyar kir ku Zekî Şengalî piştî sala 2014’an di birêxistinbûna gelê êzidî de bi roleke çalak rabûbû.
 
Nilûfer Koç di serî de di şexsê Zekî Şengalî de hemû pakrewanên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî û wiha dom kir: “Zekî Şengalî di van 4 salên dawîn de hewl da li Êzidxanê qadeke demokratîk ava bike û ji bo vê yekê tê koşiya. Li Rojhilata Navîn hebûna êzidiyan her tim li ber metirsiyê bû. Heta niha 73 ferman bi serê êzidiyan de anîn. Gelê êzidî jî li hemberî van fermanan li ber xwe jî da. Lê di 3’yê tebaxa 2014’an de li ber çavê hemû cîhanê li Şengalê Fermana 73’yan pêk hat. Hêzên serdest ên cîhanê li hemberî vê fermanê bê deng man lê hêzên PKK’ê Fermana 73’yan şikand.”
 
Pergala li Şengalê bandor li hemû êzidiyan kir
 
Di berdewamê de jî Koç destnîşan kir ku Zekî Şengalî tecrubeya xwe ya şoreşê ya apocî ya 40 salan di 3’yê tebaxa 2014’an de vehuhastiye Şengalê û ev nirxandin kir: “Ji bo ku êzidî bikarin xwe bi xwe, xwe biparêzin bi roleke mezin rabû. Cara ewiliye ku êzidî dibûn xwedî hêzeke parastinê. Li gorî reseniya xwe gel, jin, ciwan û hemû civaka êzidî li Şengalê meclisên xwe û dezgehên biryarê yên civakî ava krin. Bandora vê yekê li êzidiyên li derveyî welat jî bû û wan jî dest pê kir yekitî û tifaqên xwe ava kirin. Êzidiyan bi xwe bawer kir û li hemû qadan xwe bi rêxistin kir.”
 
Bi Şengalî re êzidî bi xwe bawer bûn
 
Nilûfer Koç diyar kir ku ked û hewldana Zekî Şengalî ya ji bo ku civaka êzidî xwe bigihîne asta ku bikare çarenûsa xwe diyar bike, nayê jibîrkirin û wiha derbirî: “Vê keda Şengalî hişt ku êzidî bi baweriyeke mezin û bê pirs meyla xwe bidin wî û Şengalî ji bo wan bû navendek. Zekî Şengalî dîroka qedîm a êzdayetiyê û apocîtiyê li hev anîn û vê yekê kir ki êzidî ji erdnîgariya xwe re bibêjin Êzîdxan. Êzidiyan êdî pê bawer kir ku bi tenê bi avakirina xweseriyê û diyarkirina çarenûsa xwe dikarin pêşî li fermanan bigirin. Şengalî ji hêlekê ve civaka êzidî wêrek û ronî dikir, ji hêla din ve jî têkoşîna xwe ya siyasî û dîplomatîk li Iraq û başûrê Kurdistanê dimeşand.”
 
Dixwazin êzidî teslîm bibin
 
Di berdewamê de jî Koç bi lêv kir ku armanca kesên ku bi TC’yê (dewleta tirk) re Zekî Şengalî qetil kir ew bû ku êzidî dev ji birêxistinbûnê berdin û berxwedana wan bişikînin. Koç got ku dixwazin êzidî teslîm bibin û serî li ber çarenûsa xwe bitewînin. Koç daxuyand ku jixwe ew êrîş di 15’ê Tebaxê de hate kirin ku 15’ê Tebaxê ji bo Kurdistanê navê berxwedana dîrokî û azadiyê ye, lewma ev dîrok hatiye hilbijartin.
 
‘Ji bo ku êzidî çarenûsa xwe diyar nekin Şengalî hate kuştin’
 
Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç diyar kir ku Zekî Şengalî nasnameya êzidiyan a felsefeya berxwedan û vejînê ya 15’ê Tebaxê bû û wiha pê de çû: “Vê nasnameyê DAIŞ têk bir ku cîhanê pê nedikarî. Vê nasnameyê dewleteke qetlîamker a wekî TC’yê xist nav krîzeke kûr. Vê berxwedanê her wiha di ser Êzidxanê re li hemberî hewldanên dagirkeriyê yên TC’yê yên li ser Başûr û Rojava têkoşîn meşand. Dewleta TC, kurdên pê re nokeriyê dikin û desthilatdarên Iraqê di şexsê êzidiyan de li dij in ku gel çarenûsa xwe, xwe bi xwe diyar bikin û pêşeroja xwe ava bikin. Zekî Şengalî ji ber vê yekê hate kuştin. Her wiha xwestin bi vê qetlîamê tola têkçûna DAIŞ’ê hildin. Lê belê DAIŞ hate têkbirin û yên li dijî DAIŞ’ê têkoşîn nemeşandin jî ji îtîbara xwe bûn.”
 
‘DYA û Iraq berpirsyarin’
 
Têkildarî rêdana dewleta tirk ku êrîşeke hewayî li dijî Şengalê pêk bîne jî Koç ev agahî dan: “Êzidxan di nav sînorên dewleta Iraqê de ye. Iraq piştî serdema Sedam ket bin kontrola Amerîkayê. Ji ber vê yekê çi tiştê li Şengalê pêk were, ev her du hêz jê berpirsyar in. Li Iraqê di rewşa heyî de dubendiyeke xurt a Amerîka-Îranê û Amerîka-TC’yê heye. Piştî hilbijartinên 12’ê gulanê hê jî hikûmet nehatiye avakirin, sedema wê jî ev dubendî ne.”
 
‘Hikûmeta Iraqê hevkarê êrîşê ye’
 
Koç got ku Iraq girêdayî hêzên derve siyasetê dimeşîne û ev tişt destnîşan kirin: “Iraq niha dixwaze ji dubendiya Amerîka-Îranê û dubendiya Amerîka-TC’yê sûdê wergire. Hikûmeta Iraqê ji aliyekî ve bi Îranê re, ji aliyê din ve bi TC’yê re tev digere û bi vî awayî hewl dide temenê xwe dirêj bike. Lihevkirina bi TC’yê re di ser qetilkirina Şengalî re pêk anî. Ev siyaseta antîkurd e ku em ji sedsala 20’an ve nas dikin. Piştî Sedam li Iraqê şîa hatin ser desthilatê û demeke dirêj şîayan bi Îranê re hereket kir. Lê belê di van salên dawîn de ji nasnameya şîa wêdetir, nîjadperestiya erebî derket pêş. Ji ber vê yekê dixwazin Iraqê bikin dewleta navendî ya ereban.”
 
Ebadî çima êrîş şermezar nekir?
 
Nilûfer Koç anî ziman ku ji hêlekê jî Êzidxan ango Şengal dikeve nav sînorên Mûsilê û wiha got: “Bi sedsalan e pirsgirêkeke desthilatê li vê erdnîgariyê heye ku wek pirsgirêka Mûsilê tê zanîn. TC dibêje Mûsil ji dema Osmaniyan ve mîrateya wan a bav û kalan e. Îran û ereb naxwazin vê herêmê ji Tirkiyeyê re bihêlin. Iraq û TC’yê niha lihevkirin di ser qetilkirina Zekî Şengalî re çêkir. Bi vê yekê ji xwe re dem qezenc kirin. Her du aliyan jî bi rola pêşeng a Zekî Şengalî dizanî, lewma xwestin bi şehîdkirina wî, êzidiyan ber bi têkbirinê ve bibin û xweseriya Êzidxanê ji holê rakin. Ji Şengalê heta Başûr û Rojava artêşa Iraqê û îstixbarata wê heye. Rayedarên Iraqê yên li Şengalê Zekî Şengalî baş nas dikir. Ji bo ku Şengalê bixin bin serweriya xwe xwestin xweseriya demokratîk a Şengalê ya bi pêşengiya Şengalî têk bibin. Ji bo vê yekê bi TC’yê re li hev kirin. Ebadî du roj berê çû Enqereyê û ev qetlîam jî li pey vê serdanê pêk anîn û Ebadî heta niha ev êrîş şermezar nekir an jî daxuyaniyek neda. Lewma heta ku têkildarî qetilkirina Zekî Şengalî daxuyaniyeke têrker neyê dayîn, dewleta Iraqê dê wek hevkarê vî sûcî bimîne.”
 
‘TC dixwaze siyaseta Başûr bi temamî kontrol bike’
 
Li dijî êrîşa li ser Şengalê di heman demê de hikûmeta herêma Kurdistanê jî bêdenge. Der barê bêdengiya rayedarên başûrê Kurdistanê de jî Koç ev tişt diyar kirin: “Piştî referandumê li Başûr parçebûneke berbiçav pêk hat. TC hewl dide ji vê parçebûnê sûdê wergire. Dewleta tirk li Sûriyeyê fetisî, îcar dixwaze li Başûr û Iraqê bêhnekê hilde. TC dibêje 11 baregehên din li 24 baregehên xwe yên li Başûr zêde kirine. Piraniya van baregehan li herêma PDK’ê ne. Li hemberî vê yekê PDK’ê tu bertekek nedaye. TC nîşan dide ku têkiliyên wê yên bi PDK’ê re baş in. Siyasetmedarên PDK’yî vedixwîne Enqereyê. Lê belê qîma xwe bi vê yekê jî nayne û di serî de YNK, dixwaze siyaseta Başûr hilde bin kontrola xwe û wekî rewşa sala 1992’yan, rewşekê pêk bîne.”
 
Dixwazin kurdan bi kurdan bidin qirkirin
 
Di berdewamê de jî Koç anî ziman ku piştî belavbûna Sovyetê, ji bo kurdan derfetên nû derketin holê û wiha axivî: “Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê TC’yê di sala 1992’yan de di navbera kurdan de şer derxist. Niha jî hevsengiyên derve, li dijî TC’yê ne, lê belê di leha kurdan de ne. TC dîsa dixwaze kurdan bi hev bixe û wekî wê demê kurdan bê bandor bike. Ango dixwaze îro jî şerê PKK-YNK-PDK’ê derxe. Ev şer ji bo TC’yê şerê herî erzan e ku pê kurdan bi kurdan dide qirkirin. Di nav hefteyekê de wezîrê karên derve yê tirk, YNK û Goran tehdît kirin, ev yek îfadeya şerekî din ê birakujiyê ye.”
 
Dawî li siyaseta dualî ya dewleta tirk anîn
 
Hevseroka KNK’ê daxuyand ku ji bo dewleta tirk kontrolkirina herêma PDK’ê têra nake û ev şîrove kir: “Dixwaze tevahiya Başûr dagir bike. Ji ber ku siyaseta dagirkirina Rojava û bakurê Sûriyeyê îflas kir. Herî dawî bi Amerîka û Rûsyayê re li ser Sûriyeyê nakokiyên mezin pêk hatin. Piştî hevdîtina Pûtîn û Trump a li Helsînkiyê dixwazin siyaseta dualî ya Tirkiyeyê asteng bikin. Lewma TC’yê bi êrîşa li ser Şengalê nîşan da ku dê hewldana xwe ya ji bo dagirkirina Başûr berfirehtir bike. Tişta xuya dike ew e ku li dijî dagirkirinê bi tenê PKK li ber xwe dide.”
 
‘Bêdengiya rayedarên Başûr ji ber berjewendiyên wan e’
 
Di berdewamê de Koç destnîşan kir ku bêdengiya partiyên li Başûr a li hemberî qetilkirina Zekî Şengalî ji ber berjewendiyên wan ên berteng û bêcesaretiya wan e û wiha got: “Bêdengiya wan bi tu awayî li welatparêziyê nayê. Siyaseta Başûr a desthilatê piştî tebaxa 2014’an cara duyemîn li hemberî êzidiyan winda kir. Bi vê helwesta xwe dawiya xwe jî amade dikin. Ji ber ku her çend TC li Başûr bi pêş ve here, dê kesên ku dibêjin em kurd in, berteraf bike. Lewre netewedewleta tirk hebûna xwe bi tunekirina kurdan ve girê daye.”
 
Zekî Şengalî ji bo yekitiya kurdan xebitî
 
Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç wiha dawî li axaftina xwe anî: “Teqez divê partiyên siyasî yên li Başûr û gelê wê herî zêde li dijî qetilkirina Şengalî rawestin. Bêdengiya li hemberî vê qetlîamê dê bihêle ku TC li dijî Başûr hemleya dagirkeriyê bide destpêkirin. Ango dê bêdengî dawiya wan jî bîne. Divê di çarçoveyeke neteweyî de xwedî li Şengalî bê derketin. Divê em şehadeta wî bikin sedema yekitiya neteweyî. Zekî Şengalî di sala 2013’an de li Hewlerê di civînên ji bo kongreya neteweyî ya kurdan de 4 mehan li ser navê PKK’ê cih girt. Divê nûnerên partiyên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiya neteweyî zextê li partiyên xwe bikin. Di van civînan de ku her tim bi provokasyon û gefên hêzên derve û hundir derbas dibûn, Şengalî her tim bi rûkenî tev geriya, bi dilê xwe yê mezin her kes hembêz kir û bi baweriya xwe ya bi aştiyê hemû rewşên xirab derbas kirin. Zekî Şengalî wê demê di nav siyaseta qirêjî ya desthilatê de her wekî peleke simspî ma. Bi sekn, jiyan, siyaseta xwe em hemû vedixwendin ku wekî wî pîr û paqij bin. Banga min ji bo her kesî ew e ku em bi vê felsefeyê bi avakirina Êzidxana xweser û Kurdistana azad bersivê bidin hêzên mêtinger ku dixwazin Rojhilata Navîn dagir bikin.”