Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li dijî Mexmûrê şermezar kir û ji bo xwedîderketina li Mexmûrê bang kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku kamp di bin çavdêrî û kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir. Hevserokatiyê diyar kir, “Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî bi bêdengiyê dibin hevparê sûcê dewleta Tirk.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êrîş li pêş çavên rêveberiya Başûrê Kurdistanê û bi agahdariya wan hate kirin, ji ber vê yekê bêdengiya li dijî vê êrîşa hovane cihê şermê ye.”

KCDK-E’yê ragihand ku dewleta Tirk yekser êrîşî sivîlan dike û diyar kir, “Dewleta Tirk bi rêya van êrîşên xwe ku li pêşberî çavên dinyayê dike dixwaze sivîlan koçber bike û herêmê dagir bike.”

KCDK-E’yê destnîşan kir ku êrîşa li Mexmûrê gefê li jiyana gelê sivîl dixwe û bang kir, ku gelê Kurd ê welatparêz bi ruhê yekîtiya neteweyî xwedî li Mexmûrê derkeve û li her deverê êrîş û dagirkeriyê şermezar bike.