Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 19’ê TEMMUZ 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Rayedarên dewleta Tirk, dîse bersiv nedane Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, û girtiyên din yên li Imralî.
&- Artêşa Tirk a dagirker li Mêrdînê, li Çiyayê Bagokê operasyon da destpêkirin.
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê, 8mîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir.
&- Balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker, derdora kampa Şehîd Rustem Cûdî-Mexmurê bombarduman kirin, 2 sîvîl birîndar bûn.
&- Li bajarê Trabzonê welatiyên Başûrê Kurdisanê ku xwestin bi pêşmala li ser Kurdistan nivîsandiye wêneyan bigirin, rastî êrîşên lînçkirinê hatin.
&- PDK ku li hemberî kuştina 3 Kurdên li Kurtekê ji aliyê balafirên şer ve bê deng ma, ji bo kuştina endamên konsolosa Tirkiyê qiyamet rakir. 16 jin binçav kir.
&- Balafirên şer yên Artêşa Tirk Amêdiyê bombe kirin û 3 sivîl birîndar kirin
&- Du mehin endamê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Idrîs Selîm Mihemed li Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDKê ve hatiye binçavkirin.
&- Gerîllayên azadiya Kurdistanê, li li Erzingan û Xakurkê li dijî Artêşa Tirk ya dagirker çalakî pêkanîn.