Serokê Fermandariya Giştî ya Koreya Başûr ji ajansa nûçeyan a Yonhapê re axivî û îdîa kir ku Koreya Bakur ceribandineke din kiriye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku fuzeya hatiye ceribandin menzîla wê kurt bû.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) jî tevlî vê îdîaya Koreya Başûr bû. Rayedarekî DYE’yî ji AFP’ê re got, cisma ku hatiye tespîtkirin menzîla xwe kurt e.

Piştî hevdîtina navbera Serokê DYE’yê Donald Trump û Serokdewletê Koreya Bakur Kim Jong un cara yekemîn e ku fuzeyek hate ceribandin.