Vê sibehê li giravên herêmên Batanes a dikeve bakurê Fîlîpînê du carî erd hejiya. Di erdhejê de 8 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî çapemeniya Fîlîpînê li herêmê du caran erd hejiyaye û avahî hilweşane. Dîmanên xirabûna rê hatin weşandin.
Piştî hejîna erdê ya bi pileya 5,4 û 5,9 hişyariya lêhiyê hate dayîn.