Li paytexta Rûsya Moskowayê doh ji bo pêkhatina hilbijartinên azad xwepêşandan pêk hatibû lê belê ji ber êrîşa polîsan derdora hezar kes hatibûn destgîrkirin.
Rêxistina civaka sivîl OVD-Info der barê bîlançoya dawî de agahî parve kir û ragihand ku 1400 kes hatine destgîrkirin.
Rêxistina civaka sivîl diyar kir, kesên doh hatin destgîrkirin bi qasî kesên ku sala 2012’an di çalakiyên şermezarkirina vegera Pûtîn a li Kremlînê hatin destgîrkirin e.