Li yek ji kevintirîn perestgehên cîhanê Xirabreşk a Rihayê di danê sibehê de şewat derket. Hat zanîn ku şewat ji ber bayê gur nayê kontrolkirin. Têkildarî derketina şewatê heta niha tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Xirabreşk demek berê jî ketibû lîsteya UNESCO’yê
Xirabreşka li Rihayê, wekî kevintirîn navenda perestgeha dinyayê tê nirxandin û 12 hezar salî ye. Devera li gundê Xirabreşk a Rihayê 18 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e û cara pêşî jî di sala 1963’yan de lêkolînerên ji zanîngehên Chicago û Stenbolê di dema lêkolîna serzemînê de pê hesiyan. Li girê Xirabreşkê kolana arkeolojîk ev 53 sal in dewam dike.
Li gorî nûçeya malpera T24’ê, di serê sibehê de li Xirabreşkê ji ber sedemên ku nehat zanîn şewat derket. Hat zanîn ku piştî derketina şewatê, xebatkarên arkujiyê mudaxaleyî şewatê kirine. Li gorî agahiyan, şewata li herêmê her ku diçe berfirehtir dibe. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku tevî ku welatiyên herêmê jî piştgiriyê didin xebatkarên arkujiyê, şewat nayê kontrolkirin. Hat zanîn ku ji ber bayê gur şewat her ku diçe jî berfirehtir dibe. Der barê mijarê rayedarên li herêmê gotin ku şewat dibe ku ji ber parçeyên şikestî yên caman ên li herêmê derketibe.
Dîroka dewleta tirk tarî ye
Hêjajî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk ji roja damezirandina komarê heta niha bi taybetî êrîşî herêmên dîrokî yên li bakurê Kurdistanê dike. Di vê çarçoveyê de bi rê û rêbazên rûxandin, dizîn, şewitandin û bi rêya bendava ve gelek herêmên dîrokî ku ji bo gelê kurd xwedî girîngiyeke mezin in, hatine tunekirin. Dewleta tirk di êrîşên li dijî Efrînê de yek ji girîngtirîn berhemên dîrokî yên li Efrînê bi balafiran tune kir û yên din jî rûxandin an jî dizîn. Ji ber vê yekê jî şewata ku li Xirabreşkê derketî gumanan çêkir.
Xistin lîsteya UNESCO’yê
Di rûniştina 42’yemîn a Komîteya Mîrasên Cîhanê ya li paytexta Bahreynê Manamayê, Xirabreşk ku 6 sal berê li lîsteya demkî ya mîrasê hatibû zêdekirin ew xistin lîsteya daîmî. Xirabreşk par di civînên Forûma Aboriyê ya Dinyayê yên li bajarê Swîsreyê Davosê hatibû danasîn û gelek bal kişandibû ser xwe. Ew di lîsteya malpera înterenetê ya bi navê Insider a ku li Amerîkayê weşanê dike de, di lîseya 30 mekanên ku divê mirov beriya mirinê ew bibîne, di rêza duyemîn de hatibû nîşandan.
Çend wêneyên ji şewata li Xirabreşkê