Çeteyên DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji bo qirkirinê êrîşî Şengalê kiribûn. Di salvegera pêncan a vê komkujiyê de 3’ê Tebaxê weke ‘Roja çalakiyê ya li dijî jinesîd’ hate ragihandin. Li gelemperiya Elmanyayê wê saet 11:00 deqeyeke rêzgirtinê pêk were.

Çeteyên DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî bajarê Şengalê yê Başûrê Kurdistanê kirin û bi hezaran jin, zarok, mirovên sivîl qetil kirin. Bi hezaran jinên Êzidî jî êsîr ketin destê çeteyan, lewma komkujiya li Şengalê weke yek ji hovîtiya herî mezin a dîroka nêz a mirovahiyê tê dîtin.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî di salvegera pêncan a êrîşên qirkirinê de 3’ê Tebaxê weke ‘roja çalakiyan a li dijî jinesîdê’ ragihand. Bang li jinên li tevahiya dinyayê kir ku dakevin qadan. Bi pêşengiya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî wê di 3’ê Tebaxê de li gelek bajarên Elmanyayê çalakî pêk werin.

Çalakî wê ji bo jinên li Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin û revandin di 3’ê Tebaxê saet 11:00 de li gelemperiya dinyayê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê bike.

Di çalakiyan de bi taybetî wê trajediya jinên Êzidî bên bi bîrxistin û daxwaza bidawîbûna kuştina jinan bê kirin.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî diyar kir, jinesîs (gynecide) yanî qirkirina jinê yekser bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatiye kirin û kuştina jinên Êzidî, firotina wan li bazarên koleyan û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li wan hatin kirin bi bîr xist.

Li gorî daxuyaniyê dem û qada çalakiyan wiha ye:

Çalakiyên 3’ê Tebaxê:

Hamburg: Saet: 10.30, Mönckebergstraße vor Karstadt

Hannover: Saet 13.30, Hauptbahnhof

Bielefeld: Saet: 10.30, Rathaus

Wesel: Saet 10.30, Berliner-Tor-Platz

Bremen: Saet 10.00, Am Marktplatz

Wilhelmshaven: Saet 10.30, Katholische Kirche St. Marien

Celle: Saet 10.30, Große Plan

Nürnberg: Saet 11.00, Hallplatz

Walsrode: Saet: 10.00, Rathaus, Lange Str. 22

Çalakiya 4’ê Tebaxê:

Sulingen, Saet: 12.30, Nienburger Straße 23