Dagistan ku ji Kopê berê xwe da çiyayê Gabarê û tevlî nava refên gerîla bû, mîna navê xwe çiyayî bû. Ne tenê çiyayî bû, ew mîna çiyayekî bû; têgihiştî bû, serbilind û berxwedêr bû.
Wateya çiyayan ji bo Kurdan tu carî kêm nebûye. Evîn, girêdayîn û rêhevaltiya wan a bi çiyayan re her roj zêde bûye. Bi avabûna PKK’ê re ev rêhevaltî mezintir bûye û yekîtiyeke bêdawî ava bûye. Çiyayên pîroz her dem hembêza xwe ji zarokên berxwedêr re vekiriye û ew parastine. Çiyayên pîroz û zarokên wê bûne yek. Hemû zanatî û hezkirina xwe ya rêhevaltiyê hînî rêhevalên xwe kiriye. Hin rêheval hene ku tu carî nayên jibîrkirin. Yek ji wan jî rêheval Dagistan e. Navê wî bi xwe çiyayî ye. Dil, feraset û nêrîna wî çiyayî ye.
Rêheval Dagistan li Kopa Mûşê ji dayik dibe. Beriya ku tevlî nav refên partiyê bibe, bi çîrokên zarokên çiyayî mezin dibe. Qehremanî û berxwedana wan bandoreke mezin li ser wî ava dike. Dixwaze bibe wekî wan. Ji bo berxwedan û şopandina rastiyê di sala 1999’an de tevlî nav refên partiyê dibe.
GAVA XWE YA YEKEMÎN A GERÎLATIYÊ LI GABARÊ DIAVÊJE
Qada wî ya pratîkê ya pêşîn Çiyayê Gabarê ye. Rêheval Dagistan wê li keleha berxwedanê Gabarê, li pey şopa Egîd bimeşe û bi ked û hewldana xwe ber bi zanatiyê ve biçe. Ew gerîlayekî Gabarê ye. Ked, berxwedana di şertên zehmet de û şervaniya heqîqetê di pratîka Gabarê de hîn bûye û ev tişt ji xwe re kiriye esas. Gelek kemîn, şer û çalakî dîtiye û di hemûyan de bi serkeftî rizgar bûye. Ew gerîlayê Gabarê ye. Ligel hemû bêderfetiyan jî afirîner bûye. Şehîd Dagistan di jiyana xwe de ji xwe zêdetir qîmet daye rêhevalên xwe. Her dem xwestiye rêhevalên xwe biparêze û wan bi pêş ve bibe. Di jiyanê de yek ji hewldana wî ya mezin jî xurtkirina têkiliyên rêhevaltiyê ye. Her dem ji rêhevalên xwe re dibêje ku ‘Yek ji rêya herî baş a naskirina PKK’ê ev e ku mirov têkiliyên rêhevaltiyê yên PKK’ê fêm bike.’ Ji bo wî rêhevaltî yek ji rêya heqîqetê ye. Ligel ku wî tu carî Rêber Apo nedîtiye, her dem ji rêhevalên xwe re qala Rêber Apo dike. Ew dibêje ku rêhevaltiya rastîn a bi Rêbertiyê re, mifteya PKK’ê ye û di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de hewldana wî ev bûye ku bibe rêhevalekî rastîn ê Rêbertî. Li cihê ku ew li wê derê be, di têkiliyên rêhevaltiyê de tu kêşe çênabin, ji ber ku helwesta wî ya di vî warî de gelekî zelal e. Gelek sal berê dema ku şervanên nû perwerde dikir, fedakariya di rêhevaltiyê de careke din bi awayekî zelal datîne holê. Dema ku şervanên nû dibe qada pratîkê gumana wî çêdibe ku li wê derê mayin hebe. Rêhevalên xwe dibe cihekî ewle û li nava qadê mayinek di bin pêyê wî de diteqe û paniya wî jêdibe. Ji bo ku tiştek bi rêhevalên li ba wî neyê, di pratîkê de jî fedakariya xwe nîşan dide. Ligel ku ew dibe gazî jî, ji tu karî xwe venakişîne û bi îradeyeke mezin têkoşîna xwe didomîne.
LI KU DERÊ PÊDIVÎ HEBE DAGISTAN LI WIR E
Kesayetiya Şehîd Dagistan kesayetiya çareserkirinê ye. Li hemberî tu kêşeyan xwe natengijîne. Li ba wî gelek metodên çareserkirinê hene û ew jî dizane ku şoreşgerî ev e ku mirov karibe bibe bersiv. Li eyaleta ku maye, li ku derê rêhevalên wî bitengijin, berê Şehîd Dagistan didin wê derê û Dagistan dike ku êdî her kes were wê derê. Rêhevalên wî tu carî naxwazin ew ji ba wan biçe, ji ber ku Ş. Dagistan bi rêhevalê xwe re ye û bi rêhevalên xwe dide hîskirin ku ev hîseke pîroz e. Li eyaleta ku ew lê heye, li her derê şopa wî heye. Li her derê ked daye, li cihê ku ew lê maye, pêşketinên mezin pêk hatine.
Ş. Dagistan girîngiyeke mezin dide xebatên perwerdekirinê. Bi salan perwerdehiya ku ji Rêbertî, şehîdan û partiyê stendiye, dide rêhevalên xwe. Li hemû tabûran digere û li ser parêznameyên Rêbertî perwerdehiyê dide û dike ku rêhevalên wî Rêbertî baştir fêm bikin. Her dem dixwaze bêtir bêtir fêm bike. Yeko yeko bi rêhevalên xwe re eleqedar dibe û ji bo pêşveçûnê çavdêriya wan dike. Bi ked û hewldana xwe bi sedan hevalên xwe dike fermandarên ku dikarin pêşengiyê ji şer re bikin. Ew kadro û fermandaran digihîne. Tecrubeyên we dide rêhevalên xwe. Hevalên ku li ba wî dimînin tê asta ku ew dikarin gelek kêşeyan çareser bikin.
EW WEKÎ ÇIYAYAN ZANA YE
Rêheval Dagistan evînadarî çiyayan e. Ligel ku ew dibe gazî jî, ji çiya û şertên dijwar xwe venagire û berevajî wê xwe di çiyayan de hîs kiriye. Ji ber ku ew wekî çiyayan zana, serhildêr û berxwedêr e. Zanatiya çiyayan a bi hezara salan di Ş. Dagistan de xwe dide der. Ew evîndarê çiyayan e, çiya evîndarî wî ne. Diçe ser kendalên mezin û bi çiyayan re diaxive û li çiyayan guhdarî dike. Şehîd Dagistan çîroka bi hezaran qehremanan ji çiyayan re dibêje.
Di Sibata 2017’an de di êrîşeke dijmin de tevlî nav karwanê şehîdan dibe. Ew dîsa li çiyayan e. Ew her êvar li kendalekî bilind li çiyayan temaşe dike û stranên azadiyê yên zarokên winda yên welatê xwe distrê…


