Li tevahiya dinyayê welatê ku hejmara herî zêde ya pilingan lê ye Hindistan e. Raporek der barê jimartina dawî hate weşandin.
Di raporê de ya bi navê “Rapora Texmînan a Pilingên Hindistanê ya sala 2018’an”, hate ragihandin ku li gorî sala 2014’an rêjeya pilingan zêde bûye.
Li gorî raporê di sala 2014’an de hejmara pilingên li nava xwezayê 2 hezar 226 bû, lê di sala 2018’an de ev hejmar gihîştiye 2 hezar 967 pilingan.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi der barê raporê de axivî û diyar kir, zêdebûna hejmara pilingan ku her sal kêm dibe, ‘destketiyeke dîrokî’ ye. Modi got, “Em soza xwe ya ji bo parastina pilingan ji nû ve dubare dikin.”