Li gelek navçeyên Izmîrê polîsên Tirk bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî 9 kes destgîr kirin.
Li gelek navçeyên Izmirê polîsên Tirk vê sibehê bi ser malan de girtin, 9 kes destgîr kirin. Dema ku polîsan bi ser malan de girtin dest li ser gelek pirtûk û materyalên dijîtal danîn.
Kesên ku hatin destgîrkirin bi hinceta ku ”endamên rêxistinê ne” û ”di nav rêxistinê de xebatan dikin” hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.