Dayikên Şemiyê dê di 25’ê tebaxê de di hefteya 700’emîn de li qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin. Ji bo piştgiriya dayikan li ser tora civakî banga tevlêbûnê hat kirin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî bang li herkesî kir ku deng bidin dengê Dayikên Şemiyê û ji bo edaletê biherikin qada Galatasarayê
Dayikên Şemiyê 23 sal in di bin baran û berfê de, di bin germa û sermayê de li gel hemû astengî û zextan çalakiyên xwe yên ji bo windayan berdewam dikin. Dayik dê îro li Qada Galatasarayê di hefteya 700’emîn de çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikan banga “Xwedîderketina Dayikên Şemiyê xwedîderketina wicdanê ye” kir û xwestin ku her kes tev li çalakiyê bibe.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, bang li her kesî kir ku îro tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bibin û wiha got: “Qêrîna dayikan qirîna me hemûyan e.” Bûldan got ku dê tev li çalakiya dayikan bibe. Hunermend Fusun Demîrel, Berna Laçîn, Levent Uzumcu, Hamît Demîr û helbestvan Ahmet Tellî bang li hemû kesî kirin ku beşdarî çalakiya dayikan bibin û gotin, ‘Tu jî were deng bide Dayikên Şemiyê.’
Di salên 90’î de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran kes di dema binçavkirinan de ji hêla JÎTEM, cerdevan, leşker û polîsan ve hatin windakirin û qetilkirin. Ji bo dîtina xizmên xwe yên windayî û darizandina kujerên wan, ji sala 1995’an heta niha jî Dayikên Şemiyê li Qada Galatasaray a Stenbolê çalakiyan li dar dixin. Xizmên windayan ku ji çalakiyên Dayikên Las Madres de Plaza de Mayo mînak girt, bi rêk û pêk vê çalakiya xwe berdewam dikin. Dê îro jî (25’ê tebaxê) Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de li Qada Galatasarayê kom bibin.
Bi armanca piştgiriya raya giştî ya bi çalakiyê re jî şevê din li ser tora civakî (Twîtter) bi sernavê #BeniBulAnne hastag hat vekirin. Hastaga Dayikên Şemiyê ji hêla dehhezaran mirovan ve hate parvekirin û kete lîsteya TT’ê. Di heman demê de Dayikên Şemiyê jî bang li hemû welatiyan kir ku di hefteya 700’emîn de li Qada Galatasarayê tev li çalakiyê bibin. Her wiha ji bo piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re û bi munasebeta hefteya 700’emîn, hunermend Ceylan Ertem jî çend roj berê tevî xizmên windayan strana Ahmet Kaya ya bi navê ‘Benî Bul Anne – Min bibîne dayê’ gotibû. Hêjayî gotinê ye ku Ahmet Kaya ev stran ji bo Dayikên Şemiyê çêkiribû.
Dayik li zarokên xwe digerin
Têkildarî mijarê hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan ku di heman demê de Dayika Şemiyê ye jî, axivî. Buldan destnîşan kir ku Qada Galatasarayê ji bo dayikan cih û kozikek taybet e û wiha got: “Bi salan e dayik li pêş Lîseya Galatasarayê li aqûbeta windayan û edaletê digerin. Bi salan e tenê ji bo ku hestiyên zarokên xwe bibînin, çalakiya rûniştinê dikin. Niha jî dê di hefteya 700’emîn de bên ba hev. Ji bo dîtina kujeran û hesabpirsîna ji wan divê em dengê xwe li dengê dayikan zêde bikin.”
Banga tevlêbûnê kir
Herî dawîn Bûldan ev bang li raya giştî kir: “Êdî edalet û hiqûq li Tirkiyeyê nemaye. Ji bo edaletê divê herkes dengê xwe bilind bike. Qêrînên Dayikên Şemiyê, qêrînên me hemûyan e. Ez wekî dayikeke şemiyê û xizmên windayan, ez ê deng bidim dengê dayikan. Ji bo ku kujer bên darizandin û winda bên dîtin divê her kes tev li vê çalakiyê bibe. Em di hefteya 700’emîn de li Qada Galatasarayê bin.”